Berdevkên nû yên HDK’ê hatin hilbijartin

Berdevkên nû yên 7. Desteya Giştî ya HDK’ê ji akademîsyenên ku ji zanîngehan hatine dûrxisitn Onûr Hamzaoglû û Gulîstan Koçyîgît hatin hilbijartin.

Desteya Giştî ya HDK’ê bi axaftinên nûnerên partiyê û mêhvanan dewam dike.

Piştî axaftinan rapora xebatan hete xwendin. Madeya rojevê ya desteya giştî û ji bo nirxandina xebatên dema bê delegeyan mafê axaftinê girtin.

Di nirxandinan de, hate diyarkirin ku ji bo dema bê bi tayber di aliyê xebatên rêxistinkirinê de kar bê meşandin û xebatên rêxistinkirina HDK’ê li her derê xûrt bikin.

Madeya dawî ya desteya giştî jî piştî pêşniyarên ku hatin kirin û şûn de pêşniyarên hatin kirin weke biryar hatin destnşankirin û ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin.

Piştre jî hevberdevk û endamên meclîsa giştî hatin nîşandan. Meclîsa giştî ya ku 121 kesan pêk tên beşekî mezin ji jinan pêk tê. Di meclîsa de 60 jin, 59 mêr û 2 jî ji KGBTÎ yan pêk tê.

Li gel Onûr Hamzaoglû yê ku yek ji akademîsyenên ku ji Zanîgeha Koçaeleiyê hate dûrxistin û Gulîsan Koçyîgît ê ku di desteya giştî ya berê de hatibû hilbijartin weke hevberdev hatin hilbijartin.

Onûr Hamzaoglû yê ku weke hevberdev hate hilbijartin axivû û wiha got: “Di temenê min de yek ji roja herî bi taybet ev roj e. We biryarekî pir cûda li ser min girti ku tevahî jiyana min da guhertin. Ji ber wê yekê wê îro ji bo min bibe roja duyemîn a jidayîkbûnê.”

‘EM Ê KOMARA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Hamzaoglû, wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Em ê li gel hev ji bo siberoja xwe hê bi hêztir bikin, em ê xwedî li dîroka xwe derkevin. Ez vê faşîzmê di vê demê de qebûl nakin.

Kêmaniyekî me heye, girseyan organîze bikîn. Têkildarî vê divê em tiştên nû û guhertinên nû bikin. Hem rewşa girseya xwe û siberoja xwe hem jî em ê çawa desthiladariya faşîst hilweşîin divê raxin ber çavan. Em ê vê ji bo Tirkiyeyekî bê seroktiyê, bê şer, bê şidet û bê Rewşa Awarte bikin. Bi hev re ji bo avakirina welat ji bo her kesê, jin,zarok, ciwanan aştî, civakekî wekehev û komarekî demokratîk em ê bi hev re avabikin.”

Encamanameya desteya giştî wê sibehê bi raya giştî re were parvekirin.