Berdana leşkerên tecawîzkar hat şermezar kirin

Berdana leşkerên tecawîzkar hat şermezar kirin

Li Navçeya Tetwanê ya Bedlisê û Navçeya Îskenderûnê ya Hatayê destdirêjiya li dijî E.A ya li Çewlikê û berdana 8 leşkerên tecawizkar hatin şermezarkirin.

2 sal berê zaroka 14 salî E. A., li Çewlikê rastî tecawiza 8 leşkeran hat. Piştî 2 salan zaroka ku niha temenê wê 16 salî ye der barê leşkeran de serlêdana sûc kir û 8 leşkerên ku hatin girtin dîsa serbest hatin berdan. Bertekên li hemberî tecawiza li hemberî E.A., û berdana van leşkeran bertek her ku diçe belav dibe. Meclisa Jinê ya BDP'ê ya Tetwanê û Rêxistina BDP'ê ya Îskenderûna Hatayê bi girseyî daxuyanî dan û destdirêjî şermezar kirin. Saziyên sivîl ên civaki jî piştgirî dan çalakiyan û xwestin leşkerên serbest hatine berdan bi lezgîn bên girtin û bên cezakirin.

Jinan di çalakiyê de dowîz û pankartên 'Bila sucdar bên darizandin', 'Em darizandina adîl dixwazin', 'Ji qirkirina jinê re bes e', 'Dest nede bedena min', 'Tecawiz sûcê mirovahiyê ye' vekirin. Girsê bê navber siloganên 'Jin jiyan azadi' û 'Ji destdirêjî û zilmê re na' berz kirin.