Bendên li pêşiya Şaredariya Sêrtê tên rakirin
Piştî ku HDP’ê şaredariya Sêrtê qezenç kir qulûbeyên polîsan ku ji aliyê qeyûm ve li pêşiya şaredariyê hatibûn danîn, hate rakirin.
Piştî ku HDP’ê şaredariya Sêrtê qezenç kir qulûbeyên polîsan ku ji aliyê qeyûm ve li pêşiya şaredariyê hatibûn danîn, hate rakirin.
Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de Partiya Demorkratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Sêrtê qezenç kir û rêveberî ji nû ve girt. Piştî ku di hilbijartinan de HDP bû partiya yekemin qulûbeyên polîsan ku ji aliyê qeyûm ve hatibûn bicihkirin, hatin rakirin.
Sala 2014’an di hilbijartina xwecihî de hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Tûncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemîr hatibûn hilbijartin û beriya ku peywîra wan biqede ji peywîrê hatibûn girtin. Sala 2016’an Alîkarê Walî Ceyhûn Dîlşad Taşkin weke qeyûm ji bo Şaredariya Sêrtê hatibû tayinkirin. Qeyûm Taşkin ku 2 salan erkdar bû bi hinceta ewlehiyê qulûbeyên polîsan li pêşiya avahiya şaredariyê bicih kiribû.