Belge ji Komîsyona Aqilmendan îstifa kir
Belge ji Komîsyona Aqilmendan îstifa kir
Belge ji Komîsyona Aqilmendan îstifa kir
Nivîskar û akademîsyen Mûrat Belge, helwesta hukûmetê ya Geziyê rexne kir û ji "Komîsyona Aqilmendan" îstifa kir.
Mûrat Belge da xuyakirin ku, ji ber ziman û helwesta Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a li hemberî berxwedana Parqa Geziyê nîşan da, ew ji "Komîsyona Aqilmendan" îstifa dike.
Belge îstifaya xwe, di nivîsa xwe ya îro ya li rojnameya Tarafê de ji raya giştî re eşkere kir û got, "Gotinên Serokwezîr ên li hemberî tevahiya Parqa Gezî, navên lê dike, zimanê bikar tîne, weke 'heqareteke şexî' tê fêmkirin." Belge ragihand ku ewê sibê tevlî civîna Komîsyona Aqilmendan a bi Serokwezîr Erdogan re nebe.
Belge di dewama nivîsa xwe de weha got; "Mîna ku bûyerên Gezî qet rû nedaye û ewçend heqaretên hatine kirin tineye, ez rast nabînim ku em li ser mijarên "Li Sêrtê ev çê bû, li Rihayê ev heye" biaxivin. Serokwezîr got ku pêvajo wê dewam bike. Hêvîdarim wê dewam bike û bi serketinê wê dewam bike. Hêvîdarim ku nerîna min a "Ev herdu bi hev re nameşe" wê şaş be. Lê ji min ewqas, heta vê derê."