Hiqûqnas Bahrî Belen Qanûna Parêzeriyê û Sîstema Hilbijartina Baroyan ku desthilatdarî amadekariyan dike bixe rojeva meclîsê, ji ANF'ê re nirxand. Belen destnîşan kir, ya ku dixwaze bê kirin tunekirina dadgerî û parastinê ye.
'DI DEMÊN AWARTE DE TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ JI ALIYÊ BAROYAN VE HATE MEŞANDIN'
Belen ragihand, pîşeyê parêzeriyê yek ji hîmên herî girîng ên dadgeriyê ye û pênaseya parêzeran a di Qanûna Parêzeriyê de wiha bi bîr xist: "Parastin yek ji hîmên damezrîner ê dadgeriyê ye. Parêzer jî bi rengekî serbixwe û azad parastinê temsîl dikin. Li gorî xala 76'an û benda 21'ê ya Xala 95'an a Qanûna Parêzeran, berpirsyariya xwe ye ku ji bo dewleta hiqûqê, parastina mafên mirovan û bicihanîna wan têbikoşe. Yên ku di demên awarte de li ser piyan man û ji bo mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî têkoşiyan baro bûn û bi vê pêşniyar qanûnî re dixwazin mûxalefeta baroyan ji holê rake û parastinê yekser têk bibin."
'DIXWAZIN BAROYAN PARÇE BIKIN'
Belen destnîşan kir, desthilatdariya ku dadger û dozger qedand û xist bin kontrola xwe, niha jî dixwazin parêzeran bixe bin kontrola xwe û destnîşan kir ku bi navê "baroyên pirrengî" dixwaze ku baroyan parçe bike. Belen got, "Madem dixwazin baroyan parçe bikin, bila Desteya Dozger û Dadgeran jî parçe bikin, bi vî rengî her kes li gorî daxwaza xwe Desteya Dozger û Dadgeran ava bike."
'EV YEK DI DEMA REWŞA AWARTE DE JÎ NEHATE KIRIN'
Belen hişyarî da, ku eger parastin têk biçe wê dadgerî bi temamî biqede û got, wê demê wê demokrasî bi dawî bibe. Belen ragihand ku ev rêveçûna neyînî divê ji aliyê gel ve baş bê fêhmkirin û divê ev yek ji gel re baş bê vegotin. Hiqûqnas Belen diyar kir ku di dema rewşa awarte de jî tiştekî wiha nehate kirin û destnîşan kir, ji bo ev pêşnûme qanûn neyê qebûlkirin wê têbikoşin.