Bedran Çiya: Heta dagirkerî bidawî nebe wê berxwedan bidome!

Bedran Çiya diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome û got: “Li herêmê her kes li dijî dagirkeriyê di yek eniyê de li berxwe dide. Heta ku dagirkerî bidawî nebe wê berxwedanê bidomînin.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê sûriyê Bedran Çiya Kurd bûyerên dawî yên li herêmê diqewimin û rewşa dawî ya li herêmê ji ANF’ê re nirxand.

Di hevpeyvînê de Çiya Kurd diyar kir ku heta hişmendî û siyaseta heyî ya dewleta Tirk bidome wê DAÎŞ neqede. Çiya Kurd bal kêşa ser gotinên dewleta Tirk ango me Girê Sipî û Serêkaniyê ‘rizgar kir’ û got ku dixwaze QSD’ê ji herêmê derxîne û li şûna wê komên çete û malbatên wan bi cîh bike. Her wiha li gorî agirbesta hatî ragihandin jî tevnagere.

Çiya kurd got ku dewleta Tirk a faşîst di 9 Cotmehê de bi bikaranîna nêzî 15000 çeteyên girêdayî xwe û hemû teknolojiya xwe we bi awayekî dijwar êrîşî herêmên Girê Sipî û Serêkaniyê kir. Plan kiribûn ku wê di nava 2-3 rojan de hemû herêmê dagir bikin lê li dijî wan êrîşên dagirkeriyê berxwedanekî bêhempa hate nîşan dan û ew berxwedane di raya giştî a cîhanê de dengekî mezin weda. Êrîşên ku tê de çekên qedexekirî jî hatin bikaranîn heta niha jî didomin.

Kurd dazanîn ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî agirbesta ku di navbera DYE-dewletaTirk de hatî ragihandin binpê dikin. Hê jî êrîşên xwe yên hovane li ser herêmên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa’yê didomîne. Hemû şênî û pêkhateyên ku li herêmê dijîn di yek eniyê de bi armanca ku êrîşên dagirkeriyê bişkînin, li berxwe didin. Ev 5 hefteye ku êrîş û berxwedana li dijî wê li herêmê didome. Civaka navnetewî û gelên herêmê jî piştgirî didin vê berxwedanê.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk heta niha 510 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 1700 sivîl jî birîndar bûne. Her wiha ji 350’an zêdetir şervanên QSD şehîd bûne. Berxwedan didome û hata dagirkerî bidawî bibe wê berdewan be.

Çiya Kurd di bersiva pirsa ango ‘Rixmî ku êrîşên dewleta tirk didome DYE û Rusiya daxûyanî dan ku agirbest baş diçe, hûn wiya çawa dixwînin?’ got ku dewleta Tirk û çeteyên wê hê di saetên destpêkê yên piştî ragihandina agirbestê de dest bi binpêkirina agirbestê kirine. QSD dixwaze tevahî pirsgirêk werin çareserkirin û naxwaze ji wê zêdetir şer birfireh bibe û xwîn were rijandin.

Kurd di dewama nirxandinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirk ji bo ku hîn zêde herêman dagir bike li pey firsendê digere. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de mal û mulkên sivîlan têne talankirin. Li hemberî sivîlên li wan herêman dijîn de her cure sûcên mirovatiyê têne kirin.

Çiya Kurd bi domdarî got; “Serî de Trûmp hinek rayedarên DYE diyar dikin ku ‘agirbest baş diçe’. Trûmp ê ku yekem kesê ji agirbestê berpisyare ji berpisyartiya xwe direve. Divê Trûmp li beramberî binpêkirên dewleta Tirk û çeteyên wê helwestekê nÎşan bide. Ji bo rawestandina êrîşên li dijî herêmê xuyaye ku Trûmp ne xwedî helwestekî diyarkere. Agirbest baş naçe berevajî wê her roja diçe şer girantir dibe. Hê bêhtir xwîn tê rijandin û komkujî tên kirin.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê sûriyê Bedran Çiya Kurd hevdîtina Trûmp û Erdogan ya 13’ê Mijdarê û encamên wê jî nirxad û ev tişt gotin; “Dema ku Erdogan û Trûmp roja 13’ê Mijdarê digotin agirbest baş birêve diçe jî êrîşên li dijî Til Temirê dewam kirin. Li dijî herêmên Xiristiyanan êrîş hatin kirin. Civaka Xiristiyan rû bi rû komkujiyekê ve hate hiştin. Li gorî min hevdîtina dawî ya Erdogan û Trûmp bê encam ma. Rayedarên DYE’yê li dijî serdana Erdogan a ji bo DYE’yê bûn. Lê ji ber hevdîtina telefonê ya Trûmp a bi Erdogan re ji aliyê Trûmp ve soz hatibû dayîn ji ber vê sedemê neçarî pêk hat. Di encama vê hevdîtinê de hinek daxuyaniyên ku ji rastiyê dur û xwestin hevdû qane bikin. Li gorî me ev hevdîtin desteka ji bo êrîşên dewleta Tirk e. Ji bo dewleta Tirk hê bêhtir êrîşên xwe giran bike cesaret girt. Weke encam mirov dikare bêje di hevdîtina Erdogan û Trûmp de tu serketinek nehate bidestxistin.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê sûriyê Bedran Çiya Kurd got ku heta hişmendî û siyaseta niha ya dewleta Tirk bidome wê DAÎŞ bidawî nebû û wiha domand; “Tiriye naxwaze DAÎŞ bidawî bibe. Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya tolgirtina DAÎŞ’ê. Dewleta Tirk dixwaze li herêmê QSD’ê zeyîf bike û komekî weke DAÎŞ û Cebhet El Nûsra yanî “Komeke Radîkan” ava bike û birêxistin bike. Dewleta Tirk çeteyên Cehbet El Nûsra yên ji Îdlîb û Efrînê anî di êrîşa li dijî Girê Spî û Til Temir de li dijî me bikar anî. Ev hemû weke nav, dîrok û cih hatiye ispatkirin. Dewleta Tirk îro bi komên weke DAÎŞ û Cehbet El nûsra êrîşî hêzên QSD’ê dike. Dixwaze QSD’ê zeyîf bike û ji bo DAÎŞ û El Nûsrayê cih ava bike û li herêmê bicih bike. Bi gotina Girê Spî û Serêkaniyê ‘me rizgar kir’ QSD ji herêmê derdixe û van komên çeteyan bi malbatên wan re bicih dike. Di nava van koman de beşek yê biyanî (kesên ne hemwelatiyê Sûriyeyê) hene. Bi vê re carek din têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ-Cehbet El Nûsra re derket holê. Li herêma ku dibin kontrola dewleta Tirk de kuştina Ebûbekir Bagdadî û berdevkê DAÎŞ’ê dide nîşandan ku dewleta Tirk wana diparêze. Xuya dibe ku dewleta Tirk van çeteyan li herêmên dibin kontrola xwe de kom dike û ji nû ve birêxistin dike. Bi vê re planên ku wê çawa li Sûriye, Rojhilata Navîn û Ewropyaê bikarbîne dike. Vê rewşê weke kozekî siyasî li dijî hemû cîhanê bikartîne. Bi vê re ji bo qirkirina gelê Kurd alîkariyê dixwaze. Dewleta Tirk ji bo desteka Ewropa û NATO bigre DAÎŞ û penaberan weke kozekî bikartîne.”

Çiya Kurd qala diyalogên QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi Şamê re jî kir û ev tişt got; “QSD û Rêveberiya Xweser her demê û her fersendê berê xwe daye diyaloga bi Şamê re. Ji ber ku li Sûriyeyê çareseriya hevpar esas digre. Ev serî de stratejiyeke. Girîngiyê dide diyaloga bi hemû aliyên li Sûriyeyê re. Çiqas nakokî zêde bin û dem derbas jî bibe çareseriya pirsgirêkê diyaloga bi Şamê re ye. Şam her demê vê diyalogê asteng dike. Şam ji bo diyalogê ne amadeye. Projeyekî siyasî ya Şamê ya lihevkirina bi Rêveberiya Xweser re tuneye. Ev jî ji daxuyaniyên serok dewletê Sûriyê Beşar Esad yên beriya demeke kurt kirî jî diyar dibe. Di daxuyaniyan de tiştekî nû tuneye. Di daxuyaniyê de tenê bang û gotinên teslîmbûnê hene.

‘TIRKIYE Û ÎRAN DIXWAZIN DIYALOGA BI ŞAMÊ RE ASTENG BIKIN’

Dixwazin bêyî ku lihevkirin hebe vegerin beriya 2011’an û li saziyên girêdayî me bicih bibin. Ji vê siyaste û helwestê pêkanîna diyalogê ne mumkune. Serî de yê asteng dike Şam e. Hinek alî jî (Tirkiye û Îran) dixwazin diyalogê asteng bikin. Dewleta Tirk ji bo ku ev diyalog çênebe zextê li rejîma Sûriye û Rûsyayê dike. Ji bo dinavbera Şam û Rêveberiya Xweser de diyalog çêneb bi hevre tevger dikin. Daxuyaniyên ku Rêveberiya Xweser diyalogên bi Şamê re seikandineye ne rastin.

Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Rûsya dibêje ‘Ji bo Sûriyeyê parçe bike dixwazin dewletekê ava bikin’. Em bi bawerin ku beriya herkesê Rûsya projeya me ya siyasî dizane. Rûsya ji bo diyaloga Rêveberiya Xweser û Şam ê re gelek caran bang kir û bû navbeynkar. Di mijara çareseriya siyasî de me bi awayekî vekirî helwesta xwe ji Rûsyayê re ragihand û di vê mijarê de me nexşeyekî ya çareseriyê pêşkêş kir. Eger rexneyekî ya Rûsya li dijî DYE yê hebe bila ji Emerîkayê re bibêjin. Em naxwazin ku Rûsya me bike qûrbanê nakokiyên xwe yên bi Emerîkayê re.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê sûriyê Bedran Çiya Kurd qala peymanên bi rejîma Sûriyeyê re jî kir û wiha domand; “Piraniya peymanên me yên bi rejîma Sûriyeyê re mijarên leşkerî ne. Di vê mijarê de heta niha gavên girîng hatine avêtin. Bi navbeynkariya Rûsyayê de di nav bera me û Şamê de li Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Dirbesiyê û heta Dêrikê li ser xeta sÎnor peymanekî leşkerî hate kirin. Li gorî peymanê wê QSD e paşve vekişe û ew jî pêk hat. Li gorî hevdîtinên me yên Rûsya-Tirkiyeyê re wê dewriyeya Rûs-Tirk pêk were. Peymana me ya bi Rûsya-Şamê re hê didome û gavên girîng hatine avêtin. Hevdîtinên me di vê mijarê de didomin. Hinek pirsgirêk û astengî heye û ev wê hebin. Divê hemû aliyên peywendîdar peymanê li ber çavan bigrin û pirsgirêkê çareser bikin. Pêkanîna vê peymanê û gihandina encamê ji bo me gelek girîng e.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê sûriyê Bedran Çiya Kurd qala nexşerê û planên Rêveberiya Xweser a ji bo pêşeroja herêmê kir û ev tişt diyar kir;

“Ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser û heta roja me ya îro xetekî me ya siyasî heye. Li ser vê rastiyê parastina herêmê, rêveribiri, avakirina Sûriyeyekî yek parçe û tifaqa bi rejîma Sûriyeyê re ye. Plan û stratejiya me ya bingehîn ev e. Di mijara yekparçebûna Sûriyeyê de di çarçovyea xweseriya Rêveberiya Xweser, hêza leşkerî û parastina hebûna wê em pêşerojê difikirin û kar dikin. ji bo vê em dixwazin bi Şam ê re peymanekî mayînde çêbikin. Nexşerêya me bi vî awayî ye. Gelek aliyên gotubêja hebûna hêzên navnetewî ya li herêmê hene. Em dixwazin Rûsya-DYE û Koalîsyona Navnetewî ji bo diyaloga me ya bi Şam ê re rolekî aktîv bileyzin.

Li dijî êrîşên qirkirin û planên qetilkrinê yên dewleta Tirk li dijî gelê me, em piştgirî û piştevaniyê dixwazn. Bi hevkariya me ya bi Koalîsyona Navnetewî re ku ev zêdetirî 5 sal in li dijî terora DAÎŞ’ê em têdikoşin em piştevaniyê dixwazin. Hêviya me heye ku ev hevparî bidome. Di daxuyaniyên ji aliyê DYE û Koalîsyona Navnetewî ve têne kirin tê diyar kirin ku têkoşîna hevpar wê bidome. Lê mixabin helwestekî diyar ya DYE û Rûsya ji bo sekinandina êrîş û qirkirinên dewleta Tirk ên li dijî herêmê nîne. Ev helwest hêz û cesaretê dide dewleta Tirk. Di roja yekem a êrîşan de eger Trûmp lempeya kesk ji bo Tirkiyeyê pê ne xistina hêza xwe bişanda ser sînor wê dewleta Tirk êrîşî herêmê nekiriba. Eger DYE û Tûrmp qada hewayî qedexe bikira ne mumkun bû ku dewleta Tirk êrîşî herêmê bikira.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê sûriyê Bedran Çiya Kurd qala piştevaniya dost û gelê cîhanê jî kir û wiha got; “Helwesta hemû dost û gelê cîhanê ya li dijî êrîşan ji bo me rûmete. Rêveberiya Xweser, YPG, YPJ û QSD cara yekem ji derve piştgiriyek wiha girt û bûn xwedî dost. Hema bêje hemû cîhan li dijî êrîşên dewleta Tirk bûn yek û li cem QSD’ê bûn. Di cîhanê de ji derveyî Macaristan û Qeterê tu kesekê piştgirî neda êrîşên faşîst ên dewleta Tirk. Erdogan di axaftinên xwe de bi vekirî ev diyar kir hemû cîhan xist beramberî xwe û ev êrîş bi israra xwe pêk anî.

Dewleta Tirk di van êrîşan de pêvajoyekî giran de bû. Ji bo wê jî xwest van êrîşan di nava demeke kurt (Rojek du roj) de bi encam bike. Li dijî êrîşan berxwedana QSD, gelê herêmê û cîhanê û saziyên dost zexteke mezin li dewleta Tirk û çeteyên wê kir. Bû sedem ku di aliyê siyasî, dîlplomasî, aborî, civakî û çandî her alî de rejîma faşîst dorpêç bike. Em vê rewşê gelek girîng û bi nirx dibînin.

Em dixwazin ev helwesta siyasî û fermî ya hatî nîşandan ne tenê bi teorîk û siyasî ve bi sînor bibe, em dixwazin veguhere gavên ku êrîşan bide sekinandin be. Tenê şermezar kirin û qebûl kirin ji bo dewleta Tirk ne girîng e. Ji bo rawestandina van êrîşan divê li dijî dewleta Tirk gavên pratîk werin avêtin. Ji bo wê hêviya me ji her kesê ku piştgirî dane di vê mijarê de gavên pratîk bavêjin e.”