BDS’ê banga redkirina hevpeymana bi Îsraîlê re li wekîlan kir
Hewldana Ji bo Fîlîstînê Boykotkirina Îsraîlê (BDS) banga redkirina hevpeymana mabeyna hikûmeta AKP’ê û Îsraîlê kir.
Hewldana Ji bo Fîlîstînê Boykotkirina Îsraîlê (BDS) banga redkirina hevpeymana mabeyna hikûmeta AKP’ê û Îsraîlê kir.
Endamên Hewldana Ji bo Fîlîstînê Boykotkirina Îsraîlê (BDS) bi armanca protestokirina hevpeymana navbera dewleta Îsraîl û Tirkiyeyê de hewl dan ji Tunelê bimeşin Qada Galatasarayê, lê ji aliyê polîsên Tirk hatin astengkirin. Ji ber vê nêzîkatiya kêfî, endamên BDS’ê li Tunelê daxuyanî dan, bang li parlamenteran kirin ku vê hevpeymana ku wê di rojên pêş li meclîsa Tirkan bikeve dengdayinê û Îsraîlê ji ber cezayê sûcên heta niha rizkar bike, red bikin.
Endamên BDS’ê yên ji bo hevpeymana mabeyna Tirkiye-Îsraîlê hate îmzekirin protesto bikin hewl dan ji Tunelê bimeşin Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan hatin astengkirin. Polîsan li ber girseyê bi TOMA û hêza çewîk ve bend danîn, tevî hemû bazaran jî nehiştin meş bê lidarxistin. Ji ber vê pêkanîna kêfî, endamên BDS’ê li Tunelê daxuyanî dan, pankarta, “Bi çeteyên Siyonîst re lihevkirin nabe” vekirin, dirûşmeyên “Ji Fîlîstînê re Azadî Ji Îsraîlê re Boykot”, “Ne Lihevkirin, Boykotê Dixwazin”, “Dagirker Îsraîl, Hevkar AKP”, “Li Dijî Tankan Kevir, Fîlîstana Berxwedêr Wê Bi Ser Keve” qîr kirin. Li ser navê BDS’ê daxuyanî ji aliyê Ayşe Duzkan hate xwendin.
Duzkan destnîşan kir ku mijara hevpeymanê ne tenê derbaskirina aloziyek siyasî ya piştî bûyera Mavî Marmara ye, bal kişand ku bi vê hevpeymanê ve dagirkerên Siyonîst wê gaza Fîlîstînê ya navê “gaza Îsraîlê” lê dikin ku bi dehan salan nikarîbûn talan bikin, wê ji ser Tirkiyeyê bifiroşe Ewropayê û ji bo xwe bike çavkaniyek fînansê.Duzkan bi bîr xist ku berê jî di bin navê “normalkirina têkîliyên bi Tirkiyeyê re” qaşo wê dorpêça li Gazzeyê bihata rakirin, lê berevahî ev dorpêç hatiye rewakirin. Duzkan got rayedarên hikûmetê jî îdîa dikin ku ji ser Bendera Aşdod alîkarî gihandina Gazzeyê tê wateya di astek mezin de rakirina dorpêçê.
Duzkan ragihand ku dema ev pêvajoya hevpeymanê destpê kir, Îsraîlê jî dest bi polîtîkayên bê Erebkirina Kudusê, înfazên li Şerîa Rojava, girtinan û êrîşên jiyangehan kiriye. Duzkan herî dawî got wek DBS a Tirkiye, bang li wekîlan kir ku ji bo vê hevpeymana ku wê li meclîsê bikeve dengdanê û destê Siyonîzmê rehet bike, red bikin.