BDP wê di 24'ê Mijdarê de bibêje 'li ber xwe bide Rojava, Stenbol bi te re ye'

BDP wê di 24'ê Mijdarê de bibêje 'li ber xwe bide Rojava, Stenbol bi te re ye'

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, bi armanca silavkirin û piştgirîdayîna "Şoreşa Rojava" di 24'ê Mijdarê de bi dirûşmaya , "Li ber xwe bide Rojava, Stenbol bi te re ye" mîtîngek li darbixe. Ji bo mîtînga ku HDK û HDP jî piştgiriya wê dikin, banga, "Ji bo valaderxistina êrîş û komployên li dijî Rojava, li hember hêzên ku hewl didin Rojhilata Navîn veguherînin gola xwînê ji bo daxwaza aştî, edalet, wekhevî û azadiyê em dengê xwe bilind bikin" hat kirin.

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, bi armanca silavkirin û piştgirîdayîna "Şoreşa Rojava" di 24'ê Mijdarê de bi dirûşmaya , "Li ber xwe bide Rojava, Stenbol bi te re ye" dê li Meydana Îskele ya Kadikoyê, mîtîngekê li dar bixe. Der barê mîtîngê de li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de ligel Hevserokên Rêxistina Bajêr Emrullah Bîngul û Arîfe Çinar, endamên Meclîsa Jinan û rêveberên bajêr û navçeyan beşdar bûn. Di civînê de Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Emrullah Bîngul, diyar kir ku şoreşa Rojava ne tenê gelê Rojava, gelên din jî eleqedar dike û wiha got: "Rojava şoreşa jiyana bi hev re ye. Silavkirina Şoreşa berpirsiyariya gel û baweriyên li Stenbolê ne." 

Piştre Hevseroka Rêxistina Bajêr Arîfe Çinar, der barê mîtînga 24'ê Mijdarê de ev tişt gotin: "Ji bo valaderxistina êrîş û komployên li dijî Rojava, li hember hêzên ku hewl didin Rojhilata Navîn veguherînin gola xwînê, ji bo daxwaza aştî, edalet, wekhevî û azadiyê em dengê xwe bilind bikin." 

Di mîtînga ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel, Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk jî wê tevlî bibe tê payîn ku heyetek ji Rojava jî beşdar bibe.