BDP û KONGRA-GEL ji siyasetmedarên Holandî re behsa pêvajoyê kirin

BDP û KONGRA-GEL ji siyasetmedarên Holandî re behsa pêvajoyê kirin

Şandeyek ji BDP û KONGRA-GEL, der heqê pêşveçûnên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, siyasetmedarên Holandî agahdar kir. Siyasetmedarên Holandî dan xuyakirin ku ew pêvajoya çareseriyê û Berxwedana Parqa Gezî ji nêz ve dişopînin û ewê van mijaran bixin rojeva Parlamentên Holanda û Ewropayê.

Şandeyên BDP û KONGRA-GEL, li Parlamenta Holandayê hin hevdîtin pêk anîn. Ji BDP'ê parlamenterê Wanê Nazmî Gur, nûnerê Ewrûpayê Eyup Dorû û ji KONGRA-GEL jî Alîkarê Serokê Giştî Zubeyîr Aydar û nûnerên FED-KOM'ê pêk dihat bi serokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Hollandayê Harry van Bomme,  Demokrat 66(D66) S.W Sjoersman û nûnerên VVD Hanter Broeken re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de pêvajoya çareseriyê ya PKK’ê girtiye dest, berxwedana Parqa Geziyê û çalakiyê bi wê re pêşketin, rewşa Sûriyeyê hatin nîqaşkirin parlamenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur der barê pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û berxwedana Parqa Gezî de nirxandin kir. Cigirê Kongra Gel Zubeyîr Aydar, pêvajoya Oslo, agirbesta Newrozê destpêkiriye û vekişîna gerîla nirxand.

Siyasetmedarên Hollandayê jî gotin ew geşedanên Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û got ew ji pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye dest pêkirin gelek kêfxweşin.Siyasetmedarên Hollandayê wiha wiha got: “Ev çalakî  daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelin. Hikûmeta AKP’ê serî li şîdeta bê sînor daye. Welatekî ku endamê YE’yê  ev qas hêrsbûna wê bê wateye. Divê hikûmeta AKP’ê bi sebr ev temaşe bikira. Ji ber ku daxwazên gel aştî û demokrasiye.”

Piştî vê Aydar ev daxwaz pêşkêşî YE û Parlamentoya Hollandayê kir.

-Ji bo bo pêvajoya ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, piştgirî bê dayîn

-Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

-Ji bo li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve, piştgirî bê dayîn û ji bo aştiyeke mayîn de zext li hikûmetê bê kirin.

Aydar da zanîn ku ji bo kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statu û li Cenevreyê kurd wek alî bên qebgûlkirin û got: “Li Sûriyeyê kurd li gorî kesan tevnagerin. Kurd li Sûriyeyê alternatîfa sêyemîn ya bo azadiya gelê herêmê têdikoşeye.

Harry van Bomme jîg o ew tevli van nêrînan dibin û got ji bo aştiyeke mayînde ya pirsgirêka kurd û dawîbûna rejîma Sûriyeyê piştgiriyê didin.