BDP: Ruhê berxwedana 1’ê Gulanê û Newrozê bikin yek

BDP: Ruhê berxwedana 1’ê Gulanê û Newrozê bikin yek

Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) di peyama xwe ya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran de  got: “Gelê Kurd dê di 1’ê Gulanê de rengê xwe yên têkoşîna xwe ya bi heybet a rûmet û dengê xwe dê zêdetir li qadan bide hîskirin û dê coşa Newroza dîrokî 2013’an bide hîskirin.

Navenda Giştî ya BDP’ê de barê 1’ê Gulanê de peyamek weşand û bang kir ku, divê ruhê Newroz û 1’ê Gulanê li qadan bibe yek.

BDP’ê wiha got:  “îro roja 1’ê Gulanê Cejna Karkerane. 1’ê Gulanê roja berxwedana li dijî betaliya gelan, xizanî û şere. Ev roj roja ji bo wekhevî, edelet, azadî, demokrasiyê  têkoşîne. Her wiha di heman demê de 1’ê Gulanê tê wateya yekitiya têkoşîna aliyên şoreşger yên hatine mêtîngerkirin û pelçiqandin. Pêkanîna azadî,wekhevdî û demokratîkbûnê ye.  Îsal jî gelê Kurd dê di 1’ê Gulanê de rengê têkoşîna xwe ya bi heybet a rûmet zêdetir li qadan bide hîskirin û her wiha dê coşa Newroza 2013’an de bigihîne qadên Newroza dîrokî ya 2013’an.  Dê tevlibûna herî bi hêz pêk bîne.

Li dijî modernîteya kapîtalîst, polîtîkayên AKP’ê, betalî, xizanî, birçîbûn, zext, qikirina karkeran, taşeronbûn û koledariyê, xespa tazmînatê, hewce rêxistibûnî pêkwere û li dijî van têkoşîn bê dayîn. Di vê dema ku her tişt tune tê hesibandin, cînayetên kar yên bi mirinan encam dibe de, 1’ê Gulanê gelek girînge.

Di vê 1’ê Gulanê de gelê me yê kedkar, di şert û mercên dijwar yên ku êdî mirov nekarin bikişînin yê wekê xizanîn, betalî, mêtîngerî, newekhevî, bê edeletî de ne. Bi milyonan karker di bin şert û mercên giran de dijîn. Li şantiyeyen, kanên madenê, bendav, tersaneyan her roj karker dimirin. Roj bi roj koletî û mirinê li karkeran ferz dikin. Taybetkirin, taşerontî, bê ewlehî, bê sîgortebûn, bê sendîkabûn li her qadê berfireh dibe.

Di bi van zext û zordariyan de tenê riyek bo kesan dimîne ku her qadên jiyanê bikin qadên berxwedanê.   Gelê me dê vê pergala ku li ser wan hatiye ferzkirin vala derxîne.

Têkoşîna hevpar ya kurd, elewî, bawerî û çandên cuda, kedkar, jin, ciwan û hawirdoran dê Tirkiyeyê demokratîk bike. Bi vê esasê em bang li hemû kesî dikin ku Ruhê Newrozê û 1’ê Gulanê bibin yek. Em şehîdên 1’ê Gulanê bi rêz bibîrtînin û cejna 1’ê Gulanê ya hemû kedkaran pîroz dikin.”