BDP: Pêşxistina pêvajoya Îmraliyê peywira me ya serekeye
BDP: Pêşxistina pêvajoya Îmraliyê peywira me ya serekeye
BDP: Pêşxistina pêvajoya Îmraliyê peywira me ya serekeye
BDP MYK ku duh der barê hevdîtinên Îmrali, komploya 15’ê sibatê, geşedanên Rojava û nîqaşên makeqanûnê civiya, encama xwe aşkera kir. BDP’ê diyar kir ku pêşxistina pêvajoya Îmraliyê peywira wan ya serekye.
BDP MYK di encamnameya civÎna xwe de diyar kir ku hevdîtina heyetekê ya Ocalan re û pêk hatina vê ji bo partiya wan gelek girînge û diyar kirin ku wan ji serî de ji bo ku ev pirsgirêka ku bi salane êşên mezin bi gel dide jiyandin, bê çareserkirin xwe berpirsyar dîtine û peywira xwe ya herî sereke dîtine.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di vê qonaxê de hevdîtina heyeta BDP’ê ya bi Ocalan re ji bo pêşveçûna pêvajoyê gelek girînge û wiha got: “Ji ber vê sedemê nîqaşên hikûmet li heyeta BDP’ê dike, tu eleqeya wê bi girîngiya pêvajoyê nîne. Hikûmet ji bo ku pêvajo pêşde neçe dixebite û hemû guneh jî dide ser milê BDP’ê. Lê Peywira me ya sereke ev eku em pêvajoya j aliyê Birêz Ocalan ve hatiye dest pêkirin, em pêşve bibin. Nîqaşkirin nasnameya sazîbûna BDP’ê ne rayeye tu sazî û kesî ye. bawariya me bi hevserokên me, rayedarên û koma me ya meclisê tame. Emê destûrê nedin ku newekeviyê bixin navbera parlamenter û nûnerên me yên partiyê.
Heta îro di mijara muxatabiya Birêz Ocalan de partî û gelê me bedelên mezin dane. Ji ber jî wekê duh dê îro jî bi hişmendiya berpirsyariya xwe pêvajoyê pêşve bibe. MYK me di destpêka pêvajoyê de ji bo pêşveçûna pêvajoyê rayeya xwe careke din teyîd kiriye. Di pêvajoyê de dê hemû peywirdarkirinên me ji aliyê hevserokên me ve bê kirin.
Hevdîtinên Îmraliyê niha dengê salvegera komployê hatiye. 14 sal berê di 14’ê sibatê de Birêz Ocalan bi komployekê anîn tirkiyeyê. Ev komplo hewldana têkbirina Gelê Kurd bû.
Lê hem Birêz Ocalan û hem jî gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe ev vala derxist. Ev nîşanê hemû cîhanê da.”
PIŞTEVANIYA BI GELÊ ROJAVA PEYWIRA ME YA SEREKEYE
BDP’ê wiha got: “Hemû qezencên gelê Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye nexşerê. Çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê xwe bi rêve dbin û hêzên Esad bi awayekî hovene êrîş dikin. Ligel van êrîşan gelê rojava pêşeroja xwe înşa kiriye. Ji ber vê jî piştevaniya bi gelê Rojava re peywira me ya serekeye. Kampanyaya ku KCD’ê û saziyên kurd dane dest pêkirin dê bi hêzeke mezin bê berfirehtirkirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ BDP di vê esasê de xebatên makeqanûnê jî digire dest. Makeqanûneke demokratîk, azad û wekhev divê bibe belgeya demokrastîk bûna Tirkiyeyê û aştiyê. BDP bi vê perspektîfê xebatên xwe yên Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê dê bidomîne.