BDP ji bo nameya Ocalan dicive

BDP ji bo nameya Ocalan dicive

Piştî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gihişt BDP’ê, partiyê biryar da ku ji bo gotûbêjkirina nameya Ocalan bicive.

Piştî hevdîtina Ocalan ba bi heyeta BDP’ê ya ji Cîgira Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Parlementer Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, re pêk anî, hatibû diyarkirin ku dê ji bo ji Qendîl, Ewropa û BDP’ê sê name bişîne.  Piştî vê agahiyê, nameya navborî îro serê sibê gihişt BDP’ê. Nameya ku Ocalan şand gihişt destê BDP’yiyan.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî gihiştina nameyê agahî da ANF’ê û diyar kir ku ew ê bi rêveber û organên partiyê re bicivin û nameyê binirxînin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin piştî civîna koma BDP’ê dê Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak hev bibînin. Piştre jî dê civîna Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiyê bê lidarxistin.

Piştî civînê dê BDP li gorî nîqaşan bersivê bide nameya Ocalan. Piştî ku ji her sê aliyan name gihiştin Îmraliyê dê daxuyanî bên dayin.