BDP: Êrîşên ku rastî pêvajoya aştiyê hatin watedare
BDP: Êrîşên ku rastî pêvajoya aştiyê hatin watedare
BDP: Êrîşên ku rastî pêvajoya aştiyê hatin watedare
Rêxistina BDP’a Stenbolê bertek nîşanî êrîşên li dijî heyeta HDK ya derketibû gera Derya Reş û got: “Ev bûyer di mijara niyeta ne samîmî ya Hikumeta AKP’ê ya di pêvajoya hevdîtinên aştiyê de watedare.
BDP’ya ku daxuyaniyek nivîskî weşand, diyarkir ku, van êrîş û provokasyonan xemgîniyek mezin daye gelên Tirkiyeyê.
Rêxistina BDP’a Stenbolê destnîşan kir ku, “Em ji baweriya gelê Sînopê ya bi demorasiyê bigûman nînin, her wiha dizanîn ku, van provokasyonên bi vî awayî jî qebûl nakin.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku; “Ev provokasyonên ku li ser tertîpekê hatine pêxistin, her wiha rastî pêvajoya aştî û muzakereyan hatî watedare. Di provokasyona ku ji aliyê beredayiyan ve hatî li darxistin, nêzîkatiyên polîsan ya xweşbînî ya li hemberî êrîşkaran balkêş bû. Ev bûyer di mijara niyeta ne samîmî ya Hikumeta AKP’ê ya di pêvajoya hevdîtinên aştiyê de watedare.”