BDP’ê xwest gundê Kongur bikeve çarçoveya afetê

BDP’ê xwest gundê Kongur bikeve çarçoveya afetê

Parlamenterê BDP’ê yê Muşê Demîr Çelîk di pêşnûmeyek da meclisê û da zanîn ku li gundê Kongur a navçeya Xinûsê ji ber derizandina erdê pêwistiya gel bi starbûn, parastin, ewlehî û xwarinê heye.

Di pêşnûmeya ku pêşkî wezîrê karê hundir Muammer Guler hat kirin û de bûyerên gundê Kongur wiha hate vegotin: “Li navçeya Xinisr a Erziromê ev du sale bi naveber derizandina erdê her diçe dişemite. Di dîroka 18.06.2013’an de bi destpêkirina teqînan re erd bû du cihan û şemitî. Şemitandin 5 km reyî her tişt da ber xwe bir. Ji sedî 80’yî ereziyê tune bû. Li gundê ku 88 mal hebûn de çavkaniyên avê û depoya avê di bin aşûtê de ma. Niha pêwistiya gel bi starbûn, parastin, ewlehiyê heye.

Parlamenterê BDP’ê ji Guler ev pirs pirsîn:

-Bi salane welatiyên me di xetereyê de dijîn, di aşûta dawî de gelo wezareta me xebatek meşand an na?

-Ji aliyê wezareta me ve tespîta xesarê hatiye kirin an na?

-Ji bo gundê Kongur ku her tim di bin fikaran de ne tedbîr hatine girtin an na?

-Gelo dê gundê Kongur bikin çarçoveya afetê?