BDP'ê patrîot ji Erdogan pirsî

BDP'ê patrîot ji Erdogan pirsî

BDP'ê sîstemên parastinê yên petrîotên ku ji NATO'yê hatibû xwestin, wê li ku bê bicihkirin û armanca wê ya xwestinê çiye ji Serkwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan pirsî.

Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu derbarê petrîotên ku ji NATO'yê hatine xwestin pêşnûme pirseke nivîskî da Serkwezîrê Tirk Erdogan. Kurkçu destnîşan kir ku, piştî petrîot hatin daxwazkirin, hemû cînarên Tirkiyeyê derbarê vê de nerazîbûnên xwe anîne ziman û diyar kir ku, ew di nava fikarên mezin de ne.

Kurkçu ev tişt got: "Bi cihkirina fuzeyan, di serê cînarên me de firkarên mezin vekiriye, ev jî dide xuyakirin ku em ber bi şerekî ve diçin. Her wiha Serokwezîr di daxuyaniyên xwe de jî anî ziman ku, gava pêwîstî bi karanîna van fuzeyan hebe, dê ji Meclisê (TBMM) destûr neyê girtin, bi karanînek hebe jî dê NATO û artêşa Tirk bi xwe vê bi kar bîne, pêdivî bi nêrîna Meclisê jî tune ye dibêje."

Kurkçu ev pirs ji Serokwezîr Erdogan kir: "Ji bo ev çek li Tirkiyeyê bên bi cihkirin, ev pêşniyar ji kê hat? Ya hikûmeta Tirkiyeyê ye, an ya NATO'yê ye? Ev sîstema çekal li dijî kîjan gefê tê bi cihkirin? Nîşaneyên wê gefa ku nîqaşa wê tê kirin çiye? Heke pêwîst bike ev sîstema çekan bê bi karanîn, dê kîjan merc biryarê bide? Sîstema ku wê bê bi cihkirin, sewqa wê dê ji hêla kîjan saziyê ve bê kirin? Têkiliya vê sîstemê bi sîstema ku berê dixwastin li Kurecikê bi cih bikin re û bi hiqûqa navneteweyî re çiye? Maliyeta vê sîstemê çi qase û wê ji hêla kê ve bê pêşwazîkirin? Heke ji hêla Wezareta Ewlekariyê ve bê pêşwazîkirin, wê ji kîjan pênûsa wezaretê bê pêşwazîkirin? Dê ji lêçûna wezaretê, dê çiqasî zêdebûn çê be?"