BDP’ê operasyonên li dijî KESK’ê şermezar kir
BDP’ê operasyonên li dijî KESK’ê şermezar kir
BDP’ê operasyonên li dijî KESK’ê şermezar kir
Navenda Giştî ya BDP'ê bertek nîşanî serdegirtina KESK'ê da û wiha got: “Bi van operasyonan muxalefeta civakî nikarin bêdeng bikin."
Navenda Giştî ya BDP'ê têklidarî oeprasyona li hemberî Navenda Giştî ya KESK'ê daxuyaniya nivîskî da û operasyonê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi armanca operasyonan ew e ku derdorên muxalîf bê deng bikin û civakê bitepisînin û wiha hate gotin:
“Hikemeta AKP'ê tu dengên muxalîf ên li hemberî xwe naxwaze û dixwaze hemû rêxistinan ji holê rabike. Lê weke berê jî gelek caran hate dîtin bi van operasyonan muxalefta civakî nayê bêdengkirin. Em di pirsgirêka kurd de di asta diyalogê de ne.
Di dema hêviya aştiyê heyî heye li hemberî derdorên din êrîş pêk anîn bi hêviya demokratîbûna civakî ya welat li hev yek nayê. Di demên dawî de civak dixwaze pirsgirêka kurd bê çareserkirin û daxwaza aştiyê tê kirin. Çareseriya pirsgirêka kurd bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Sedagirtina sendîkayan, binçavkirin, bi mehan girtin û îdîanameyên bi zorê tu eleqeya wê bi demokratîkbûnê tune ye. Em weke BDP vê êrîşê şermezar dikin. Em dixwazin kesên hatin binçavkirin demildest serbest bên berdan.”