BDP'ê li Çewlîkê aşûre belav kir

BDP'ê li Çewlîkê aşûre belav kir

Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê di çarçoveya şahiya rojiya Muharremê de aşûre belav kir.

Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê ku her sal li avahiya partiyê şahiya Şîna Muharremê li dar dixe di çarçoveya şahiya rojiya Muharremê li kolana Hûnerê de aşûre belav kir. 

Di kolana ku şahî pêk hat de panqartên "Ger hûn ji bo gelê xwe li berxwenedin hûnê bi gelê xwe re şerefa xwe jî winda bikin", "Zilma li Ehlî Beyt tê kirin li mirovahiyê tê kirin e", "PKK tevgera hemdemîn a cem û semahê ye", "Pîr Seyîd Riza nemire", "Yassi Muharrem li hemberî zilmê banga berxwedanê ye" û "Şehîdên Kerbelayê bi Mazlum Dogan, Mehmet Karasungur û Xeyrî Durmuş re pêşengên berxwedana me ye" hatin daliqandin. Gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Di dema belavkirina aşûreyê de Hevserokê BDP'ê yê Çewlîkê Halîs Yurtsever diyar kir ku, her sal aşûreyê belav dikin, Yassi Muharremê silav dikin û wiha got: "Bi munasebeta salvegera şahadeta şehîdê mezin yê Kurdistanê Pîr Seyîd Riza em bejna xwe li ber şehadeta wî ditewînin û têkoşîna wî silav dikin."

Piştî Yurtsever Endamê Meclîsa Partiya BDP'ê Huseyîn Tanas axivî û diyar kir ku, zilma Kerbelayê hêj di Rojhilata Navîn de berdewam dike û wiha got: "Ji dîroka Komarê heta niha zilma Yêzîd û hebûna wî li ser vê axê berdewam dike. Li hemberê vê zilma Yezîdwarî berxwedana me jî wek berxwedana Hz. Huseyîn e. Heta ku Yezîd neyê tunekirin dê têkoşîna me berdewam bike."

Piştî axaftinê aşûre li gel hat belavkirin.