BDP'ê kuştina ciwanê Kurd Şahîn Oner bir rojeva meclisê

BDP'ê kuştina ciwanê Kurd Şahîn Oner bir rojeva meclisê

BDP'ê qetilkirina Şahîn Oner ê 19 salî ku dema 15'ê Sibatê şermezar dikir li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, bi pirsnameyekê ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler pirsî.

Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, qetilkirina ciwanê 19 salî yê pola dawî ya lîseyê Şahin Oner ku di 10'ê Sibatê de li navçeya Yenîşehîra Amedê çalakiya şermezarkirina 15'ê Sibatê pêk anî û polîsan maşîneya zirxî lê qeliband û qetil kir bir rojeva meclisê.

Parlamentera BDP'ê Nûrsel Aydogan ji bo bersivandin û ronîkirina bûyerê pirsname da Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler. Aydogan, diyar kir ku aşkere bû ku Oner ji aliyêpolîsan ve hat qetilkirin û wiha got: "Maşîneya akrep a zirxî ya polîsan li Oner xist û li pey xwe kaş kir û pişt re avêtin hundirê akrepê û qetilkirin. Rayedarên midûriyeta polîsan agahiya "Oner xwest bombeyê bavê polîsan û bombe di destê wî de teqiya" da çapemeniyê. Lê di rastiya bûyerê de di dîmen û wêneyan de û li gorî agahiyên şahidan pir aşkere ye ku Oner ne bi bombeyê bi maşîna zirxî akrepê hatiye qetilkirin. Aşkereye ku rû û destê Oner sax e û li gel mafê otopsiyê ku sedem û encama mirinê aşkere bike zagonî ye jî malbat ji vî mafê zagonû mahrum kirine. Şahidan diyar kiriye ku dema polîsan bi maşîna zirxî lê xist

Aydogan ji bo Wezîr Guler bibersivîne ev pirs ji Guler pirsîn:

"Piştî polîsan bi maşîna zirxî akrepê li Oner xist li serwîsa 112'an geriya ya na? Ger ku lê negeriya be çima? Ambulans li ber Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê hat rawestandin? Ger ku hatibe sekinandin çiqas hat rawestandin. Mudaxaleya açîl li Oner kirin? Nekirin çima nekirin? Rayedaran rewşa Oner wekî teqînê ango eciqandinê ragihandine? Li gel malbat û parêzerên malbatê rapor bi israr xwest çima rapor nehat? Ligel ku rayedaran got bombe di dest de teqiya ye, lê di wêne û dîmenan de rû û dest sax e. lê dîsa rayedaran rastiya bûyerê aşkere nekiriye. We wekî wezaretê ji bo bûyer rast bibe lêkolînek çawa da destpêkirin?