BDP'ê di salvegera damezrandina PDK'ê de ji Barzanî re peyam şand
BDP'ê di salvegera damezrandina PDK'ê de ji Barzanî re peyam şand
BDP'ê di salvegera damezrandina PDK'ê de ji Barzanî re peyam şand
Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, bi wesîleya 67. salvegera damezrandina PDK'ê, ji Serokê Giştî yê PDK'ê û Serokê Hikûmeta Kurdistanê ya Federal Mesûd Barzanî re peyama pîrozbahiyê şand.
Demîrtaş û Kişanak di peyama xwe de weha gotin: "Weke Hevserokên BDP'ê, em salvegera damezrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di 16'ê Tebaxa sala 1946'an de ji aliyê yek ji lîderên netewî yên gelê Kurd Birêz Mûstafa Barzanî, pîroz dikin. Di vê pêvajoya ku gelê Kurd têkoşîna statuyê dimeşîne de, bi hêviya pêşbirina dostanî û piştgiriya navbera Kurdan, em vê roja girîng li we, rêveberiya partiya we û dilxwazên partiya we pîroz dikin. Li gel rêz û silavan."