BDP: Divê Tirkiye ji Ermeniyan lêborînê bixwaze

BDP: Divê Tirkiye ji Ermeniyan lêborînê bixwaze

Navenda Giştî ya BDP'ê, bi minasebeta komkujiya Ermeniyan daxuyanî da û xwest Tirkiye lêborîna xwe ji Ermeniyan bixwaze.

Navenda Giştî ya BDP'ê bi minasebeta 98'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan a 24'ê Nîsana 1915'an daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sala 1915'an wekî sala komkujiya Ermeyina tê zanîn û wiha hat gotin: "98 sale berê di 24'ê nîsana 1915'an de komkujiya herî mezin di dîrokê de pêk hat. Li Anatoliya û Mezopotamya komkujiya herî mezin li hemberî Ermeniyan pêk hat. Divê Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûberî hev û lêborîna xwe ji Ermeniyan bixwaze. Dîsa divê bi rastiya komkujiyên Dêrsim, Agirî, Gurgum, Çorum, Sêwas û Roboskiyê re bê rûberî hev.