BDP: Divê dozger bi lezgîn encama rapora Oner aşkere bike
BDP: Divê dozger bi lezgîn encama rapora Oner aşkere bike
BDP: Divê dozger bi lezgîn encama rapora Oner aşkere bike
Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Danış Beştaş, der barê qetilkirina ciwanê 19 salî Şahîn Oner ku maşina zirxî ya polîsan lê xist û qetilkir de dozger hişyar kir û xwest dozger bi lezgîn encama raporê bi cemaweriyê re parve bike. Beştaş, da zanîn ku veşartina raporê sûc e û lazim e ku dozger bi lezgîn raprê aşkere bike.
Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Danış Beştaş, û Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, li navenda Giştîya BDP'ê der barê kuştina ciwanê 19 salî yê diçû pola dawî ya lîseyê Şahîn Oner de civina çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP'ê Merat Daniş Beştaş diyar kir ku Oner ê 19 salî ji aliyê maşina zirxî ya polîsan ve hat qetilkirin û xwest dozger cemaweriya Tirkiyeyê rast agahdar bike. Beştaş, da zanîn ku 4 ajansên neteweyî bi lezgîn li ser daxuyaniya polîsan got "Bombe di dest de teqiya" û nûçe çêkirin û wiha got: "Lê di rastiyê de derket holê ku polîsan bi maşîna zirxî ya akper li Şahin Oner qeliband û ew kuştin. Beştaş, anî ziman ku ajansên din bêyî lêkolîn bikin nuçeyan çêdikin û belav dikin. Beştaş, da zanîn ku dibêjin bombe, lê di wêne û dîmenan de derdikeve holê ku şopa teqîn û bombeyê tune.
Beştaş, anî ziman ku ji bo mijarên wekî komkujiya Roboskî li vir jî pêk neyê bi fikar in û wiha berdewam kir: "Li Amedê ciwanê binavê Ozgur Arda hat qetilkirin. Ewil dîsa rayagişti şaş agahdar kirin. Piştre di dimenan de derket holê ku polîsan ew qetilkir. Niha jî dozger rapora otopsiyê vedişêre. Ev yek me dixe nava fikaran. Lazim e bi lezgîn raporê aşkere bike. Çima raporê ji kê vedişêre. Ev yek sedema lepirsînê ye.
Beştaş, da zanîn ku ev bûyer li dervê Kurdistanê li bajarekî din pêk hatibûya dê qiyamet rakirana û xwest ji bo bûyerên din yên bi vî rengî pêk neyên rapor bê aşkerekirin. Beştaş helwesta hikûmeta AKP'ê a 'Kujerên nediyar tune" jî rexne kir û anî ziman ku li kolanê ji aliyê polîsan ve tên kuştin, lê kujer nayên darizandin û nayên cezakirin. Beştaş, destnîşan kir ku der barê kuştina Oner de agahiyên ronîkirinê neyên dayîn berpirsiyar û kujer hikûmet e.