Bazên Metropolan ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê çalakî li dar xist

Bazên Metropolan li dijî Komploya 15’ê Sibatê çalakî li dar xist û got: “Roj roja nîşandana hevrêtiya ji bo Rêber Apo ye.”

Yekîneyên Tolhildana Mehmet Akar a Bazên Metropolan li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî lidar xist.

Daxuyaniya têkildarî çalakiyê wiha ye:

“Li Taxa Yavûz Selîm a Êlihê duh bi şev saet di 11.00’an de bi çekên giran li wesayîta zirxî ya TOMA ya dijmin hate xistin.

AKP û hevkarên wê; em Bazên Metropolan em ê her roj hesab ji we bipirsin. Zilma ku we li gel kirî, wê ji we re nemîne. Bila gumana we nebe ku em ê hesabê polîtîkayên we yên tunekirinê yên li ser kesên çewisandî, bipirsin! Her kes wê fêm bike ku berxwedana gerîlayên me yê leheng, çiqas pîroz e. Her kes wê me baş nas bike ku em hewl didin bi wê pîroziyê re bibin yek.”

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Armanca komployê û êrîşên dagirkeriyê, fetisandina berxwedan û deskeftiyên gelê Kurd e. Faşîzma AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêde kiriye, lê bi ser nekiye. Em bang li ciwan Kurdistanê dikin; roj ev roj e ku em li dora Rêber Apo çalakiyan li dar bixin. Roj ev roj e ku em hevrêtiya xwe ya ji bo Rêber Apo nîşan bidin.”