Baytekîn: Ji mirinên girtîgehan rayedar berpirsiyar in
Baytekîn: Ji mirinên girtîgehan rayedar berpirsiyar in
Baytekîn: Ji mirinên girtîgehan rayedar berpirsiyar in
Nûnerê TUHAD-FED'ê yê Enqere Mehmet Baytekîn diyar kir ku, ji ber şertên dermankirina girtiyê nexweş Şahabettîn Yucel yê ku jiyana xwe ji dest da pêk nehatin, pêş ket û li gel di mehên dawî de kurê wî Cengîz Yucel di girtîgehê de refaqetî dikir jî Saziya Tipa Edlî rapor neda. Baytekîn anî ziman ku, berpirsyarê mirinên li girtîgehan rayedarin.
Şaxa ÎHD'ê ya Enqere û Nunertiya TUHAD-FED'ê ya Enqere têkildarî girtiyê nexweş yê bi navê Şahabettîn Yucel ên ku di 14'ê sibatê de ji ber nexweşiya penceşêrê ji Girtîgeha Tîpa M a Ermenekê sewqî Enqere hate kirin û hefteya borî jiyana xwe ji dest da li Şaxa ÎHD'ê ya Enqere civîna çapemeniyê li dar xistin. Di salonê de pankrata "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hate daliqandin. Nûnerê TUHAD-FED'ê yê Enqere Mehmet Baytekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku Şahabettîn Yucel di hezîrana sala 2012'an de li Konyayê bi îdîaya endamê "KCK'ê" ye hati girtin û şandin Girtîgeha Ermenekê.
'DI GIRTÎGEHÊ DE BI NEXWEŞIYA PENCEŞÊRA PIŞIKÊ KET'
Baytekîn têkildarî rewşa Yucel ê ku jiyana xwe ji dest da wiha axivî: "Bi sûcdariya alîkarî dan rêxistinê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt. Ji ber şertên girtîgehê bi nexweşiya penceşêra pişîkê ket û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê. Ji ber girtiyê siyasî bû dermankirinên pêdivî pê heyî nehatin kirin. Careke din şandin girtîgehê. Ji ber rewşa wî careke din giranbû sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê hate kirin. 2 meh berê rêveberiyê bi hinceta 'li nexweşxaneyê dermankirina wî tuneye' carek din şandin girtîgehê. Piştî careke din rewşa wî giranbû biryara sewqî Nexweşxaneya Numune ya Enqere bê kirin hate dayîn.
Piştî li Nexweşxaneya Numune kontrola wî hate kirin derket holê ku nexweşiya pençeşêrê li hemû vucuda wî belavbûye. Piştî dermankirina mehekê şandin Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê. Ji ber ku rewşa wî nebaşbû kurê wî Cengîz Yucel weke alîkar li cem ma. Serlêdana parêzerê wî ya Saziya Tipa Edlî jî bêencam ma. Şahabettîn Yucel di 14'ê sibatê de jiyana xwe ji dest da."
Baytekîn ji bo çi mirinên din pêk neyên bang kir û da zanîn ku, berpirsyarê mirinên li girtîgehan Serokomar, hikûmet, Wezîrê Dadê û raya giştî ya bêhestiyare.