Bayik: YE bûye pêçava faşîzmê
"Em îdia dikin, ger pêçava YE û NATO ji ser Tirkiyeyê rabe wê di demeke kurt de ev faşîzm têk biçe û Tirkiye bikeve pêvajoya demokratîkbûnê."
"Em îdia dikin, ger pêçava YE û NATO ji ser Tirkiyeyê rabe wê di demeke kurt de ev faşîzm têk biçe û Tirkiye bikeve pêvajoya demokratîkbûnê."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku Erdogan polîtîkayeke bi şêwaza çeqel, di karê dîplomasiyê de dimeşîne û bi rêya şantajê hewl dide desthilatdariya xwe biparêze.
Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de, di bin serenavê "YE bûye pêçava faşîzmê" de ev nirxandin kir:
"Di dîplomasiyê de ji bo şêwaza Tayyîp Erdogan a polîtîkayê ‘şêwaza çeqel’ tê gotin. Dema keysê lê bîne êrîş bike, dema tu pê nekarî jî şelaqiyan bike û dûvik bihejîne! Mînaka herî berbiçav a vî şêwazî di polîtîkaya derve ya AKP’ê ye. Erdogan aliyê şantajê jî li vî şêwaza çeqel zêde kiriye. Ger dixwaze tiştekî ji hinekan bistîne; dixwaze vê bi rêya şantajê bike. Dîsa ji bo parastina îktîdara xwe rewşeke wî ya bikaranîna bi şêwazekî xeter a derfetên Tirkiyeyê heye. Erdogan û AKP ewqasî ketine tirsa têkçûnê; dibêje belkî encamê bigire û şantaj vegerandine rêbazeke siyasetê. Lê ev şêwaz di heman demê de mîna bombeyeke dikare di destê wan de biteqe.
Erdogan fikirî ku Esad wê di demeke kin de bikeve û mîna çeqelekî li derdora Sûriyeyê geriya. Ji bo tevgera Birayên Misilman a Sûriyeyê û hêzên din ên bi rûpoşa îslamê ku difikirî wê li Sûriyeyê bibin îktîdar hemû şêwazê piştgiriyê da. Destpêkê pişta xwe da El Nusra difikirî wê bi hêz bibe. Paşê dema DAIŞ bi hêz bû vê carê DAIŞ di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê û herêmê mîna enstrumanekê bi kar anî. Difikirî ku hem wê rê li ber bûyina xwedî mafên kurdên Rojava bigere hem jî di polîtîkaya Sûriyeyê de bibe xwedî maf. Bi lez bipêşketina DAIŞ’ê Erdogan û Gladyoya Qesrê ewqas xist nav kelecanê, bi şêwazekî ji xwe çûyî gotin, ‘Kobanê ha ket ha dikeve’.
Erdogan polîtîkaya xwe ya hundir bi giştî di ser tifaqa bi DAIŞ’ê re çêkiribû. Lê dema ku DAIŞ li Rojava têk çû û li aliyê din di hilbijartinên 7’ê hezîranê de hêzên demokrasiyê bi ser ketin, hat dîtin ku kurd ne tenê li Bakur, li Rojava, Başûr û her derî bi hêz dibin. Beranberî vê rewşê li hundir bi dijberên kurdan re hevkarî kirin, li derve jî ji bo DYA û Ewropayê bikişîne gel xwe provokasyon pêk anîn. Balafira Rûsyayê ji ber vê xistin. Xwest têkçûna xwe ya li Rojava bi anîna dijberî hev a NATO û Rûsyayê derbas bike. Lê dema Rûsyayê nerazîbûn nîşan da û NATO jî neket xefka Tirkiyeyê, di polîtîkayên xwe de ket rewşeke aloztir. Dema li dijî kurdan şer dimeşand de ji bilî DAIŞ a ku têk diçe dostê wê neman. Her çiqas PDK li dij PKK’ê sor kiribe jî encam bidest nexist. Di dema ku li dijî Tevgera Azadiyê şer dimeşand û di vî şerî de bêzar bû di nemayina dostên wan ên li derve Gladyoya Şer û hevkarên wan ên faşîst tirsandin. AKP’a ku li hundir nîvê civakê ji xwe re kir dijmin, li derve jî dostên xwe nehiştin temenê wê kêm bûye. Ji ber vê tirsa heyî AKP û Gladyoya Qesrê yên ku dema balafir hat xistin gef li Rûsyayê dixwarin, ji bo HDP’a digot bi Rûsyayê re em nekevin nakokiyê sûcdar dikirin li pêşberî Rûsyayê çog şikandin. Li pêşberî Israîlê jî çog şikandin. Her wiha ger qebûl bike wê li pêşberî Esad jî çogan bişikînin. Ewqasî dijminê kurd e, ji bo karibe li dij kurdan şer bidominê ketiye rewşeke qirêj. Gelo çima ewqasî bi telaş dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsyayê re baş bike? Bêguman tirsa têkçûna şerê li dij kurdan! Sedema bi tenê ev e. Ji ber heman sedemê neçar ma bi Israîlê re têkiliyên xwe baş bike. Ger bi Israîlê re têkiliyên xwe baş bike wê pirsgirêkên di polîtîkaya Rojava de bi DYA’rê dijî derbas bike û hesap dike ku di şerê li dij kurdan de bêhtir piştgiriya DYA’yê bigire.
Erdogan niha jî şantajê li YE’yê dike. Yekî mîna Pûtîn bila derkeve, yekser wê kêm bikişîne. Lê bi fikra 'YE ji vê zirtepoziya min bêzar be jî nikare Tirkiyeyê dûrî xwe bike' her rojê şantajê dike. Gotinên ku Ewropayê di bin tohmetê de dihêle dike. Di her derfetê de Ewropayê bi îslam-fobî’yê sûcdar dike û bi gotinên ji ber vê hûn Tirkiyeyê naxin YE’yê bi tevahî ji bo di bin tohmetê de hiştinê ye. Di heman demê de bi vê çeteyên mîna DAIŞ û El Nusra rewa dike û hem bi van Ewropayê tehdît dike. Bi xwe jî dizane ku nexistina Tirkiyeyê ya YE’yê têkiliya xwe bi îslamê re nîne. Lê zanîbû ku Ewropayê di bin tohmetê de dihele û wan neçarî piştgiriya şerê li dijî kurdan de dike. Bi van tohmetan hewl dide karakterê xwe yê faşîst bi wan bide qebûlkirin. Dixwaze Ewropayê mîna tevkujiya ermeniyan bike şirîkê tevkujiya kurdan jî. Ger ewropî vê yekê fahm nakin an ehmeq in, an jî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin.
Bi gotinên mîna, em jî dikarin mîna Brîtanyayê biçin referandûmê û hwd şantajan dikin. Ev tev zirtepoziyên vala ne! Tirkiye ne ji NATO derdikeve ne jî xwe ji YE vedigire. Jixwe ya Tirkiye dixwaze neketina YE’yê ye, dizane ku niha ev pêk nayê. Lê ger bi rupoşa NATO û YE’yê piştî kurd di komkujiyê re derbas kirin, wê demê bixwaze wê bibe endam an nabe endam. Lê niha YE ji bo wê pêwîst e. Têkiliyên mîna YE guman tune ye ku ji bo tevkujiya li dij kurdan bi kar tîne. Ji ber vê dûrketina wê ya ji YE’yê û nedanîna têkiliya bi saziyên mîna wê re wê ji bo kurdan, bindest û hêzên demokrasiyê wê biryareke bi xêr be. Wê karakterê wê yê faşîzan derkeve holê. Dema piştgirî rabe êdî ne hêsan e faşîzm li ser lingan bimîne.
Dewleta tirk ji bo polîtîkayên tevkujiyên yên li ser kurdan û beşên din ên civakê bi rihetî bimeşîne ketiye NATO, YE û saziyên din. Ji bo rastiya dewletê ya tevkujiyê neyê dîtin bûye endamê van saziyan. Li cihekî din ên cîhanê ger dewleteke din ji sedî deh ê dewleta tirk dike bikira, hemû hêzên navneteweyî li ser serê wê kom dibûn. Lê ne endama YE be jî ji ber ku namzeda YE’yê, di êrîşên tevkujiyê de destê dewleta tirk xurt dike.
Em îdia dikin, ger pêçava YE û NATO ji ser Tirkiyeyê rabe wê di demeke kurt de ev faşîzm têk biçe û Tirkiye bikeve pêvajoya demokratîkbûnê. YE difikire ku Tirkiyeyê di rêya demokratîkbûnê de teşwîq bike; lê berovajî vê Tirkiye YE û NATO bi kar tîne û sîstema tevkujiyê dimeşîne. Dema YE dibêje qanûna derbarê terorîzmê de biguherin, nerazîbûna ku Tirkiye nîşan dide, tê wateya, 'ger bibe cilika li ser tevkujiyê nirxekî YE li cem min heye.'"