Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya li Rojnameya Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de weşandî ragihand ku, PKK di rastiya xwe de tevgerekî 40 saliye, her wiha fêmkirina PKK’ê fêmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerte. Bayik li ser jinan jî nirxandin kir û destnîşan kir ku, Jinên Kurd îro bi dilsoziya xwe ya azadiyê re pîvanên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê derxistiye asta herî jor. Bayik balkişand ser destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê jî û got; “Di serî de gelê me yê li nêzî xeta sînor û divê tevayî gelê Kurd li berxwedana Serêkaniyê û cihên din xwedî derkevin.”
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ Cemîl Bayik di nivîsa xwe de diyar dike ku, destketiyên ku PKK’ê afirandine mîna Rêberê Gelê Kurd jî dibêje, ‘xwedayên zalim ên serdema mîtolojîk jî nikarin înkar bikin’. Bayik da zanîn ku, Di roja me de tu dewlet an jî tu hêz nikarin têkoşîna azadiyê ya parçeyekî ji yê Kurdistanê biperçiqîne. Êdî hêzên mêtinger ev şansê xwe bi pirranî wenda kirine. Bayik got; “Xwedîderketina li gelê me yê Rojava dê were wateya pîrozkirina herî watedar a salvegera PKK’ê.”
Nivîsa Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik ya di Rojnameya Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de wiha ye:
“34. salvegera damezirandina fermî ya PKK’ê nêz dibe. PKK, di rastiyê de tevgereke 40 salî ye. Di van 40 salan de serketinên mezin bi dest xistin. Di nava hêzên ku dixwazin Kurdan tune bikin de, jiyandin û serketina tevgereke bi vî rengî weke mûcîzeyê tê dîtin. Heznekirina dijminên gelê Kurd a PKK’ê vê mûcîzeyê radixe ber çavan. Tevî dijminên gelê Kurd ên xedar û zalim jî di nava 40 salan de em gihiştin vê qonaxa girîng. Derbarê PKK’ê de gelek tişt tên nivîsandin û gotin; lê belê weke mînaka terîfkirina her kesî ya fîlê, di van nirxandinan de jî tenê qala du taybetmendiyên PKK’ê tên kirin. Lê belê fêmkirina PKK’ê, fêmkirina Rêberê Gelê Kurd şert e. Bê ku ev Rêbertî were fêmkirin zehmet e ku PKK were fêmkirin.
Eger 40 salên vê Rêbertiyê û beriya wê jî baş neyê têgihiştin zehmete ku were fêmkirin ka PKK xwedî taybetmendiyên çawa ye. Dîsa heta ev Rêbertî neyê fêmkirin ji dema destpêka PKK’ê heta roja me pêvajoyên ku derbas kirine û guhertinên pêk hatine nayên fêmkirin an jî wê pirr kêm werin fêmkirin. Beriya her tiştî divê ev tespît were kirin. Taybetmendiya herî girîng a vê Rêbertiyê ew e ku tu paşverûtiyê qebûl nake. Têkoşîna li dijî paşverûtî, şaşî, kêmasî, lewazî û kirêtiyan weke parçeyekî kesayetiya xwe girt dest. Rêbertiyeke ku dizanibû heta bi van kêmasiyan re têkoşîn neyê meşandin Kurdistan bi tu awayî azad nabe û dema gava xwe ya yekemîn avêt jî bi aliyên paşverû yên Kurdan re têkoşîn kir. Tevahiya jiyana xwe ji bo bilindkirina pîvanên Kurdan derbas kir. Bêguman ji bo di nava civakê de pîvanan bilind bike diviyabû beriya her tiştî di nava PKK’ê de pîvanan bilind bike. Ev xebat jî di pîvanên bilind ên di kesayeta xwe de bi rê ve bir.
Di roja me de rastiya gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike heye. Gelekî ku tevî berdêlên giran daye jî di têkoşîna azadiyê de israr dike heye. Civaka Kurd a demeke dirêj çend kes jî nikarîbûn werin gel hev di roja me de gihiştiye merheleya ku parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe di bûyîna civakeke rêxistinkirî de dibîne. Jinên Kurd îro bi dilsoziya xwe ya azadiyê re pîvanên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê derxistiye asta herî jor. Bi cewherî Têkoşîna Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd pêşengiya wê dike, di roja me de pîvanên azadiyê û hesreta jiyana demokratîk weke rastiyeke gel derxistiye holê.
Destketiyên ku PKK’ê afirandine mîna Rêberê Gelê Kurd jî dibêje, xwedayên zalim ên serdema mîtolojîk jî nikarin înkar bikin. Di roja me de li çar parçeyên Kurdistanê di pêşketinên di warê azadî û demokrasiyê de rola PKK’ê diyarker e. PKK, rastiyeke gel a bi hêza xwe ya xweser têdikoşe û bi xwe bawer e afirandiye. PKK bi gelê Kurd îrade daye qezenckirin. Civaka Kurd bi têkoşîna di pêşengiya PKK’ê de bi hêz bûye. Di 40 salên dawî de rastiyeke Kurd û Kurdistanê ya bêyî PKK’ê nikare were fikirîn. Eger Têkoşîna Azadiyê ya PKK pêşengiya wê dike tune bûya îro li çar parçeyên Kurdistanê dê Kurd mehkûmî jiyaneke lanetkirî hatibana hiştin.
Ev asta hesreta jiyana azad û demokratîk nedihat afirandin. Em nabêjin dîrok dê vê rastiyê binivîsine; ji ber ku ev rastî di roja me de ji aliyê her Kurda/ê xwedîaqil ve bêyî şik û gumaneke biçûk tê qebûlkirin.
Di roja me de tu dewlet an jî tu hêz nikarin têkoşîna azadiyê ya parçeyekî ji yê Kurdistanê bipelçikîne. Êdî hêzên mêtinger ev şansê xwe bi pirranî wenda kirine. Ji ber, li çar parçeyan jî gel gihiştiyê wê zanebûnê ku xwedî li têkoşîna tevayî parçeyan derkeve. Di vir de rola PKK’ê diyarker e.
Destketiyên ku PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 40 salî bi dest xist, mirov dikare zêdetir jî dest nîşan bike.
Lê, em ê ji bo nîşandana vê rastiyê mînaka; asta xwedîderketina gelê Kurd a li PKK’ê nîşaneya tiştên ku PKK’ê ji bo vî gelî dane qezenckirin vê rastiyê raxin ber çavan. Destketiyên herî mezin ên ku PKK’ê bi vî gelî daye qezenckirin asta pîvanên hatine bidestxistine. Bilindkirina asta pîvanên welatparêziyê di destpêkê de ye.
Asta ji bo azadî û demokrasiyê xwefedakirin taybetmendiya herî girîng a ku PKK’ê daye qezenckirine. PKK’ê pîvanên ku karibin ji bo hemû derdê civaka Kurd bibin derman afirandine. Êdî li Kurdistanê ji vê astê kêmtir rewş nayê qebûlkirin. Ev pîvan li pêşiya gelê Kurd hatine danîn. Ev pîvan û daxwaza bilindkirina van pîvanan şik û guman tune ye ku dê gelê Kurd bigihîne jiyaneke azad û demokratîk. Ev pîvan dê karibin hemû destketiyan jî biparêzin. Mîna di çalakiyên greva birçîbûnê de jî hat dîtin li Kurdistanê nifşên, ji jiyanê ev qasî hez dikin ku dikarin di oxura wê de canê xwe bidin hene.
Gelo ji vê mezintir destketî û hêzek heye? Li Rojavayê Kurdistanê di destketiyên heyî de rola Rêbertiya PKK’ê gelekî mezin e. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me li Rojava pîroz e û gelekî girîng e.Di serî de gelê me yê li nêzî xeta sînor û divê tevayî gelê Kurd li berxwedana Serêkaniyê û cihên din xwedî derkevin. Heta ku mirov li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me yê li Rojava xwedî dernekeve; azadî û demokrasî nayê heqkirin. Ji bo wê divê gelê Kurd ê li çar parçeyan di vî warî de hişyar bin. Xwedîderketina li gelê me yê Rojava dê were wateya pîrozkirina herî watedar a salvegera PKK’ê.