Bayik: Tirkiye ketiye bîreke kûr; wê derbeke mezin bixwe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke ketina nava bîreke kûr pênase kir û got, "Bi îhtimaleke pir mezin wê Tirkiye derbên mezin bixwe."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Çend ji xalên sereke yên ku Bayik nirxand wiha ne:

"Li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke rûmetê heye. Di vê berxwedanê de gelê leheng, şervanên fedayî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Gelê me, şervanên li dijî dagirkeran têkoşînê dikin silav dikim, hurmetên xwe ji bo wan diyar dikim. Şehîdan hemûyan bi bîr tînim.

Li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Dinyayê heye. Du aliyên esasî yên vî şerî heye. Aliyekî xwe ji bo dinyayê ye, aliyê duyemîn jî ji bo Rojhilata Navîne. Rojhilata Navîn li dinyayê ne weke herêmên din e. Xwedî taybetmendiyekê ye. Her tiştî li Rojhilata Navîn dest pê kir. Di bingeha dinyayê de Rojhilata Navîn heye. Rojhilata Navîn di hevsengiyên dinyayê de esas in.

Piştî ku Sowyet ji hev belav bû li Rojhilata Navîn jî hevsengî têk çûn û valahiyek afirî. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ku xwe weke pêşengê kapîtalîst modernîte dibîne xwest vê valahiyê dagire û bi vî rengî dest li Rojhilata Navîn werda. Bi vî rengî şerê sêyemîn ê dinyayê dest pê kir. Xwest desthilatdariyên berê yên ku ji bendewariyên wan re nedibûn bersiv biguherîne û desthilatdariyeke nû ava bike ku bikeve xizmeta sîstemê.

HÊZÊN DESTHILATDAR ÊDÎ BÊYÎ GELAN NIKARIN HEVSENGIYÊN NÛ AVA BIKIN

Rojhilata Navîn di nava têkoşîn û şerekî mezin de ye. Gelek guhertin çêbûn û wê hîn bêhtir jî pêk werin. Rojhilata Navîn, gelên herêmê, desthilatdariyên herêmê êdî mîna berê nabe. Statuya beriya Şerê Sêyemîn ê Dinyayê hebû êdî nameşe, wê tê de guhertin pêk were. Rewşeke nû li Rojhilata Navîn diafire.

Di şerê yekemîn û duyemîn ê dinyayê de eniyên dijberên hev hebûn. Eniyên desthilatdaran li hemberî hev şer dikirin û wan piştre statuyek ava dikirin. Lê belê di şerê sêyemîn ê dinyayê de hate dîtin ku êdî mîna berê eniyên dijberê hev nînin. Desthilatdar hem li dijî hev şer dikin hem jî bi hev re di nava têkiliyê de ne. Her wiha gelên herêmê xwe bi rêxistin kirine û têdikoşin. Yanî statuya nû tenê ji aliyê desthilatdaran ve nayê afirandin. Desthilatdar nikarin li gorî xwe statuyê çêbikin. Têkoşîna gelan bandorê li wan jî dikin. Lewma hevsengî û statuya nû wê li ser vî esasî biafire. Yanî têkoşîna gelên Rojhilata Navîn wê bandorê li vê bike.

Şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime wê ne tenê statu û hevsengiyên nû li Rojhilata Navîn biafirîne, di heman demê de wê diyar bike ku dinyayeke çawa wê biafire.

Tirkiye dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek li holê nemîne. Dixwaze Kurd ji holê bê rakirin. Yên ku niha li Rojhilata Navîn serkêşiyê ji sîstemê re dikin, ew naxwazin Kurd bi temamî ji holê rabin. Ji ber ku dibînin ku êdî ne mumkune Kurd ji holê rabin. Berê siyaseta wan jî bi wî rengî bû, piştgiriya Tirkiyeyê dikirin. Lê belê êdî dibînin ku ew ne mumkune, Kurd têgihiştî bûne, têkoşin. Ji ber wê ew mîna Tirkiyeyê nêzî Kurdan nabin. Bêguman ew Tevgera Azadiyê, Kurdên azad qebûl nakin, dixwazin Kurdekî di xizmeta wan de hebe. Dixwazin Kurdan têxin xizmeta xwe. Ev yek di navbera wan û dewleta Tirk de nakokiyek afirand. Ji ber ku weke hev nafikirin. Yek dixwaze ji holê rabike yek jî dixwaze bixe xizmeta xwe. Ev di navbera wan de nakokiyan çêdike, lê ev nakokî taktîkî ne. Dema ku gel têkoşîna azadiyê bi pêş ve diçe, yekser li ber radibe. Weke mînaka Rojava.

Emerîka pêşengiyê ji sîstema modernîte kapîtalîst re dike. Emerîka xwest bi tena xwe li Rojhilata Navîn guhertinê çêbike. Lê belê nekarî bû. Ji ber ku ne sîstema kapîtalîzmê weke berê ye, ne jî pêşengiya Emerîka ji bo sîstemê weke berê ye. Ji ber vê yekê Rûsya û Çîn li Rojhilata Navîn ketin dewrê. Bi taybetî jî li Sûriyeyê ketin dewrê. Lewma di navbera hêzên kapîtalîst modernîteyê de hem nakokî hene hem jî bi hev re kar dikin. Weke berê eniyên dijberê hev çênabin. Di heman demê de hêzên kapîtalîst modernîte û desthilatdariyên herêmê pêwîstiya xwe bi hev hene, lewma wê bi hev re tevbigerin.

GIRÎNGIYA YEKBÛNA GELAN

Gelên herêmê jî çawa ku ew hêz bi hev re tevdigerin, ew ê jî bi hev re tevbigerin. Ev li Rojava tê dîtin. Her ku diçe ev yek li Rojhilata Navîn jî bi pêş dikeve. Ji ber ku eger gel dixwaze encamê werbigire divê ew jî bi hev re tevbigerin. Şerê ku niha li Rojhilata Navîn tê meşandin jî li ser vî esasî bi pêş dikeve.

Li vê herêmê, li Kurdistanê jinên Kurd li dijî her desthilatdariyê radiwestin. Şoreşa Neolîtîk di serdema heyî de bi şêwazeke nû didin domandin, temsîl dikin. Jinên Kurd ne tenê ji bo xwe lê belê ji bo tevahiya jinan azadiyê diafirînin. Ev yek jî bandoreke mezin li tevahiya mirovahiyê, bi taybetî li jinan dike.

Sîstema kapîtalîst modernîte eger hewl bide statu û hevsengiyên ku bêyî hesabkirina îradeya gelan ava bike, wê gelên herêmê vê yekê qebûl nekin, wê li dijî wê rawestin.

Gelên herêmê êdî koletiyê qebûl nakin, wê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bidomînin. Rêber Apo ji bo gelan, ji bo mirovahiyê paradîgmaya nû afirand. Ev paradîgma dewletê, desthilatdariyê esas wernagire. Xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk esas werdigire. Jiyaneke azad li ser bingeha demokratîk, ekolojîk azadiya jinê diafirîne. Ev yek li Rojava şênber bû. Vê yekê bandor li gelên herêmê jî kir, bandor li yên dinyayê jî kir. Her ku diçe dinya li vê dibe xwedî. Ji ber ku dinyayeke nû, jiyaneke nû di nêrîna Rêber Apo de dibîne. Gel û tevgera ku vê paradîgmayê esas werdigirin her ku diçin xurt dibin. Lewma desthilatdar çi dikin bila bikin nikarin gelan asteng bikin.

'HÊZ Û GELÊN HERÊMÊ DIVÊ NE TENÊ XWE BIPARÊZIN, HER WIHA DESTKETIYÊN NÛ BIAFIRÎNIN'

Hêzên herêmê, gelên herêmê divê tenê parastinê ji xwe re esas wernegirin. Taybetmendiya Şerê Sêyemîn ê Dinyayê ew e ku her kes dixwaze berjewendiyên xwe xurt bike. Destketiyên xwe xurt bikin, yên nû biafirînin. Ji bo wê kar dikin. Gel û şoreşger di şerê dinyayê yê sêyemîn de divê hîn bêhtir kar bikin, têbikoşin. Bi destketiyên heyî îdare nekin. Divê li ser wan ên nû, yên mezintir bi dest bixin, vê yekê ji xwe re esas werbigirin. Divê bi vî ruhî têkoşînê mezintir bikin. Ji bo karibin şerê azadiyê bikin, xwe ji desthilatdariyê rizgar bikin, lazime demokrasiyê ji bo xwe esas werbigirin. Divê xwe li tax, kolan, gundan, bajaran her deverê bi rêxistin bikin. Di binî de demokrasiyê biafirînin. Demokrasiya herêmî pêk bînin ku karibin encamê werbigirin.

Dewleta Tirk ji bo hemû gelên herêmê û hêzên demokratîk dijminê esasî ye. Ji ber wê hem Kurd hem jî gelên din divê vê rastiyê baş fêhm bikin. Li dijî dewleta dagirker, qirker bi hev re têbikoşin. Wê demê dikarin encamê werbigirin. Dewleta Tirk bi hêza ji hêzên navneteweyî û herêmî werdigire êrişên dagirkeriyê dike. Gelên herêmê jî divê hêza xwe bikin yek û li dijî vê têbikoşin. Wê demê dikarin encamê werbigirin.

EMERÎKA Û RÛSYAYÊ JI BO QIRKIRINA KURDAN RÊ DAN TIRKIYEYÊ

Emerîka siyaseta xwe çi bû? Dixwest hem Kurdan hem jî Tirkiyeyê ji bo xwe li Sûriyeyê bi kar bîne. Bi vî rengî karibe Sûriyeyeke li gorî armancên xwe ava bike. Emerîkayê ti carî dest ji Tirkiyeyê berneda. Ji ber ku Tirkiye endamekî NATO ye. Bi Kurdan re jî têkilî danî, lê bi Tirkiyeyê re jî têkiliya xwe domand. Emerîka xwest ku Kurdan û Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên xwe, li gorî bernameya xwe bimeşînin û nêzî xwe bike. Lê belê Tirkiyeyê qebûl nekir, ji ber ku Tirkiye dijminahiya Kurdan dike. Dixwaze Kurdan ji holê rake. Bi rengekî eşkere digot, ya tu yê bi min re be, ya jî tu yê dijmin be. Emerîka jî xwest di navbera Tirkiye û Kurdên Rojava de têkiliyekê pêk bîne ku herduyan jî bike xizmeta xwe. Texmîn dikir ku wê di vê siyasetê de encamê werbigire. Dema ku dît ku Tirkiye vê qebûl nake, hingî Tirkiye esas wergirt. Ji ber ku berjewendiyên xwe hîn bêhtir bi Tirkiyeyê re dît. Ji ber ku dewleteke NATO'yê ye. Rast e bi Kurdan re li dijî DAÎŞ'ê têkiliyeke taktîkî meşandin. Piştî ku derb li DAÎŞ'ê ket hingî têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re meşand. Piştre bi Tirkiyeyê tifaqek ava kir. Bi vî rengî karibe 'herêmeke parastinê' ava bike. Ji Kurdan jî xwest ku vê qebûl bike. Kurdan ev qebûl nekirin. Bi vê yekê pêşî li Tirkiyeyê vekir ku bikeve Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Sûriyeyê. Piştî ku berxwedanek hate nîşandan, dîtin ku pêşî li vê rewşê negire wê ji bo wan nebaş bibe. Lewma bi Tirkiyeyê re rûniştin tifaqeke çêkirin. Armanca wê tifaqê pêşîvekirina li Tirkiyeyê ye. Ji bo meşrûkirina dagirkeriya Tirkiyeyê bû. Bi Tirkiyeyê xwest Kurdan lawaz bike, bi temamî mecbûrî xwe bike ku Kurd daxwaza Emerîkayê qebûl bike ku bikeve xizmeta Emerîkayê. Bi vî rengî xwest bi Tirkiyeyê re Sûriyeyeke nû ji bo armancên xwe ava bike. Bernameyek wiha weşand. Paşê Rûsya kete dewrê. Rûsya dît ku Emerîkayê rê da Tirkiyeyê, hêzên xwe vekişand, wan jî bi Tirkiyeyê re tifaqek çêkirin. Ji ber ku dîtin ku Tirkiye pir lawaze, bi wê tifaqê xwest ku ji lawaziya Tirkiyeyê feydeyê werbigire. Hem Emerîka hem Tirkiyeyê Kurd kirin qurban, ji bo armanc û berjewendiyên xwe. Hem Emerîka hem Rûsya pêşî li Tirkiyeyê vekirin. Tirkiyeyê li dijî Kurdan bi kar tînin. Ji ber ku fêhmkirin zafiyeta Tirkiyeyê Kurd in. Hem Emerîka hem jî Rûsyayê ev kirin. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Emerîka û Rûsya ji bo Kurdan weke hev in. Temamî dijminahî ye, ji bo qirkirina Kurdan alîkariya ji bo Tirkiyeyê ye. Rastî wiha ye. Ne agirbest heye, ne hewldanek ji bo çareseriyê heye. Bi temamî pêşî li Tirkiyeyê vekirine ku Tirk Kurdan qir bikin. Tirkiye jî ji xwe vê yekê eşkere dibêje, dibêje 'ez ê qir bikim'. Dibêje 'Ez ê Tirkan li wê herêmê bi cih bikim, ez ê çeteyan bi cih bikim'. Bi vî rengî tola xwe jî ji Kurdan hiltîne. Ji ber ku Kurdan derbeke mezin li DAÎŞ'ê xistin, Tirkiyeyê DAÎŞ'î kişand nava xwe, bi rêxistin kir û niha li Serêkaniyê, Girê Spî li dijî Kurdan bi kar tîne.

TIRKIYE KETIYE NAVA BÎREKE KÛR; BI ÎHTIMALEKE MEZIN WÊ DERBÊN MEZIN BIXWE

 Armanca Tirkiyeyê çi ye? Ya yekemîn dixwaze Kurdan qir bike, ya duyemîn jî dixwaze demokrasiya heyî ji hole rabike. Siyaseta ku niha li derveyî welat dimeşîne dewama siyaseta li nava Tirkiyeyê ya li dijî hêzên demokrasiyê ye. Lewma dixwaze Li Sûriyeyê Kurdan qir bike û sîstema demokratîk ji holê rabike. Dixwaze Sûriyeyeke weke dixwaze çêbike, bi rêya çeteyan. Ji xwe dibêje 'min hêzeke milî ava kir ji bo Sûriyeyê. Yanî li dijî Sûriyeyê artêşek ava kiriye.

Li Sûriyeyê aramî, aştî zû çênabe. Ji ber ku Tirkiye bi zîhniyeta DAÎŞ'ê kete Sûriyeyê. AKP DAÎŞ bi xwe ye. Hêzên ku bi navê 'hêza milî' bi kar tîne jî bi temamî çete ne, çeteyên DAÎŞ'ê, El Nûsra ne. Ev çete talanê dikin, kuştinê dikin, hemû xerabiyê dikin.

Çiqas di navbera Rûsya, Tirkiye Îranê de tifaq heye û Rûsya û Tirkiyeyê tifaqeke nû jî çêkirin di navbera xwe de ku Tirkiye wê dagirkeriyê bidomîne, ew meşrû kir. Ev heta dawiyê nameşe. Diyare ku Sûriye, Îran, heta Rûsya jî heta dawiyê nerazî ne. Diyare ku ev yek wê di navbera wan de pirsgirêkan çêbike. Dibe ku bigihêje asta şer jî. Ew îhtimala mezine.

Tirkiye dibêje, 'Ez serketî me', propaganda vê jî dike. Ev çiqasî raste nediyare. Tirkiye kete bîreke kûr. Niha hem Emerîka hem Rûsya ji bo armancên xwe bi kar tîne. Tirkiye her wiha dijminatiyê li Kurdan dike. DAÎŞ û çeteyên mîna wan bi kar tîne. Sûc li ser sûcan dike. Li gorî qanûnên navneteweyî ketina nava Bakurê Sûriyeyê neraste, ji xwe kes qebûl nake. Kes li pişt Tirkiyeyê nasekine, lê nabe xwedî. Dewletên ku rê dan Tirkiyeyê, tifaq kirin jî nikarin ji gelê xwe re îzah bikin.

Tirkiye hem dijminatiyê li Kurdan dike, her wiha ket navbera Rûsya û Emerîkayê, wê ji vir çawa derkeve nediyare. Îhtimaleke mezin di vir de derbên mezin jî bixwe. Ew îhtimala pir mezine."