Bayik: Têkoşîna Rêber Apo êdî encamê dide
Bayik peyameke bi dîmen şand meşa li Dusseldorfa Elmanyayê û got: “Têkoşîna Rêber Apo êdî encamê dide. Ne bi tenê ji bo Kurdan, ev têkoşîn ji bo hemû gelan êdî encamê dide.”
Bayik peyameke bi dîmen şand meşa li Dusseldorfa Elmanyayê û got: “Têkoşîna Rêber Apo êdî encamê dide. Ne bi tenê ji bo Kurdan, ev têkoşîn ji bo hemû gelan êdî encamê dide.”
Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand meşa li Dusseldorfa Elmanyayê û got: “Têkoşîna Rêber Apo êdî encamê dide. Ne bi tenê ji bo Kurdan, ev têkoşîn ji bo hemû gelan êdî encamê dide.”
Bayik pêşveçûnên li Rojhilata Navîn nirxand û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan hêviyê dide gelan.
Axaftina Bayik wisa ye:
“Têkoşîna Rêber Apo û gerîlayan ji gelan re dibe hêvî û dewletên serdest jî ditirsîne. Naxwazin tovên ku Rêber Apo daniye, zîl bide. Ji ber vê jî êrîşî Rêber Apo kirin û komplo li wî kirin. Lê bi têkoşîna hevpar a gelê me, ev komplo negihişt armanca xwe.
Dewleta faşîst a Tirk îro zextan li Rêber Apo dike. Erdogan bi her kesî re hevkariyê dike û dixwaze derbeyan li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bixe.
Gelê me îro li her derê xwedî li Rêber Apo, dahatûya xwe û nirxên xwe derdikeve. Ez gelê me yê qehreman silav dikim û spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim. Bi taybetî gelê me yê li Ewrûpayê û Rojava her roj li ser pêyan bûn.
Li cîhanê gelek şoreşger û derdor xwedî li felsefeya Rêber Apo derdikevin û beşdarî têkoşîna li Kurdistanê dibin. Ez van şoreşgeran silav dikim.
Jinên Kurd îro li qadan ji bo Rêber Apo çalakiyan li dar dixin. Jinên Kurd, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dan nas kirin. Ez silav û hurmetên xwe ji jinên re Kurd re dişînim.
‘YEKANE TIŞTA ME BIKIN,XWEDÎ LI XETA RÊBER APO AVA KIRÎ XWEDÎ LÊDERBIKEVIN’
Êdî têkoşîna Rêber Apo dike encam dide. Ne tenê ji bo Kurdan, ev têkoşîn ji bo hemû gelan encam dide û derbasî dîrokê dibe. Tişta ji me tê xwestin, xwedî li Rêber Apo û xeta dayî avakirin xwedî derbikevin. Dema me ev kir wê encamên mezin bi xwe re bîne.
Divê gelê Kurd ji pêşveçûnên li Başûrê Kurdistanê encaman derxe. Ji bo Kurdan ne desthilatdarî; berevajî wê azadî û demokrasî hewce ye. Gelê Kurd divê li welatên herêmê têkiliyên baş bi gelên wê derê re deyne û têkoşîna azadî û demokrasiyê bi pêş bixe. Ji bo guherandina feraseta nîjadperest û faşîst a dewletên Tirk, Îran û Iraqê pêdivî bi têkoşîna hevpar a gelan heye.
Dema ku bi gelê re Kurd têkoşîna were pêşxistin, wê doza Kurdan jî çareser bibe û demokrasî jî bi pêş bikeve. Bi vê armancê li Tirkiyeyê projeya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan hate pêşxistin. Divê ev model li her derê were pêşxistin. Heke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan li gorî mebesta xwe tevbigere, dikare li Tirkiyeyê faşîzmê têk bibe. Divê TŞYG hemû kêşeyan deyne aliyekî û têkoşîna li dijî faşîzmê bide pêş. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê ber bi têkçûnê ve diçe.
Divê bi lezgîn li Tirkiyeyê eniyeke demokratîk bê avakirin. Desthilata faşîst di demê xwe yê herî lewaz û qels de ye. Têkoşînek hevpar wê faşîzmê tar û mar bike.
Erkê bûna demokrat û sosyalîst, xwedîderketina li Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêbe Apo têkoşîna azadiya gelan e. Xwedîderketina li Rêber Apo, erkê yekem ê têkoşîna li dijî faşîzmê kirine.
Bang li hemû gelê me, rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyî dikin ku li dijî faşîzmê têkoşînê bike, ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bike, li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmralî çalakiyan pêk bîne.