Bayik: Kobanê wê bibe goristana DAIŞ û dagirkeran
Bayik: Kobanê wê bibe goristana DAIŞ û dagirkeran
Bayik: Kobanê wê bibe goristana DAIŞ û dagirkeran
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik got ku şervanên YPG û YPJ’ê ne tenê ruh didin Kurdan, didin gelê feqîr ê di bin zilmê de jî û got, “Her kes dikare li gorî wan fêr bibin çawa şer bikin û çawa wê bigihin armanca xwe. Ji ber ku hestên azadiyê ew bilind dikin. Kobanê ne tenê dilê Kurdan e, dilê mirovatiyê li wê lê dide, ji bo wê dijmin çi bike nikare encamê wergire.”
Hevserokê KCK’ê di beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel RojNewsê de der barê êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, Başûrê Kurdistanê, PDK, kongreya neteweyî û rewşa Kurdan axivî.
Bayik got, “Bila gelê me hemû aram be, DAIŞ nikare armanc wergire. Em ê Kurdistan bikin goristana DAIŞ û dagirkeran.”
-Rolê Kurdistanê di Rojhilata Navîn de çi ye?
Niha li Rojhilata Navîn du dewletên esas hene, yek Îrane û ya din jî Tirkiye ye. Her du dewlet li ser Rojhilata Navîn dixwazin desthilatdarî û hegemontiya xwe pêş bixin. Tirkiye bi têkiliyên xwe yên bi NATO û Ewropa armanca xwe pêk tîne, ji bo ku pêk bîne aliyê Sunnî pêş dixe û dixwaze li ser vê encam bigire. Cepheyê Sunnî jî îro DAIŞ’e, ji bo wê di her aliyan de alîkariya DAIŞ’ê dike ku bi DAIŞ derbeyê li Kurdan bixe û di siyaseta Rojhilata Navîn de giraniya xwe çêbike.
Ji bo ku bikare vê yekê jî bike, bazartiyê dike. Dibêje ger hûn dibêjin alîkariyê nedin DAIŞ’ê, wê demê hûn jî alîkariyê nedin PKK, Kurdan û Rojava, eger hûn alîkariyê bikin ez jî alîkariya DAIŞ dikim, vê dike bazar. Dixwaze Kurdan bike qurban ku bikare bigihê hedefa xwe.
Îran jî çanda Rojhilata Navîn Şerqî ji bo xwe bingeh digre, li ser wê dixwaze armanca xwe pêk bîne. Ji bo vê yekê aliyê Şîî li dijî Sunniyan ji bo xwe bingeh digire. Ji ber vê sedemê di navbera Tirkiye û Îranê de li Sûriye û Iraqê nakokî û şer heye. Ji gelek aliyan ve şer rû didin û dixwazin bigihin encamê. Şerê Iraq û Sûrye di Rojhilata Navîn de, ew jî di Kurdistanê de ye.
KURDISTAN STÛNA ROJHILATA NAVÎN E
Çawa Rojhilata Navîn stûna cîhanê ye, bi wî awayî Kurdistan jî stûna Rojhilata Navîn e. Tenê statû bi Kurdan dikare çêbibe. Ew jî dixwazin Kurd Kurdistanê înkar bikin. Ê Kurd qezenç bike dikare encam bigire, yê bê bandor jî bike dikare encamê jê wergire. Di şerê yekem û duyem yê cîhanê de Kurd hatin bê bandorkirin, ê ev yek kir li Rojhilata Navîn sîstema xwe ava kir. Li ser wê jî sîstema kapîtalîst a modernîte li cîhanê hat pêşxistin.
Îro rewşa Kurdan ne wekî şerê cîhanê yê yekem û duyem e, di roja me ya îro de Kurd xwedî, îrade û hêz in. Kurd li hemû beşan tekoşînê dikin û êdî qebûl nakin weke berê di şerê cîhanê yê yekem û duyem de bijîn bikin. Kurd dibêje ez heme, ez ê bijîm ji ber wê yekê berxwedan û tekoşînê dike. Ji bo wê jî hêza sereke ya zindî Kurd e, yê Rojhilata Navîn biguhere jî Kurd in.
Ji bo vê yekê yê ku dixwaze li Rojhilata Navîn desthilatdariyê çêbike, dixwazin Kurdan têk bibin, hinek jî dixwazin li ser Kurdan desthilatdariya xwe ava bikin. Pêwîst e Kurd yekîtiya xwe xurt bikin, da ku bikarin hem ji bo xwe û hem jî ji bo gelê herême erka xwe pêk bînin.
-Di vê mijarê de, rola PDK’ê çi ye?
Niha di nava her welatekî de, her gelekî de cuda cuda partî û sazî hene, bernameyên wan hene û şêwazên wan ên xebatê hene. Di civakekê de yan di beşekê de, nabe partiyek tenê bixwaze hegemonyaya xwe çêbike, ew nayê qebûlkirin. Ji bo wê pêwîst e xebatên partiyan li hemû beşan hebe, ev zengîniya Kurd e, civaka Kurd zindî dike, hişyar dike, zana dike, nû dike û pêş dixe.
Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) partiyeke kevn, dirêj û xetek e. Kurdistan ew xet heye wê hebe jî, xetên din jî hene. Wek PKK jî xeteke û partiyên din jî belkî nêzîkî van xetan bin. Cudahiyên van partiyan jî hene. Eger tu bêjî li Kurdistanê tenê ez ê hebim û yên din nebin, ew nayê qebûlkirin û ne rast e. Civak jî vê qebûl nake, ji bo wê pêwîst e her kes yekîtiyê bingeh bigire, hemû li ser armancê neteweyî bigihê hevdu. Di partiyan de her kesek li gorî bername û şêwazên xwe kar dike, pêwîst e kes partiya xwe li ser netewebûnê re negire. Divê netewetiyetê neke xizmeta xwe û neke qurban, partî pêwîst e ji bo xwe neteweyetê bingeh bigire.
TUNEKIRINA PDK’Ê NAKEVE XIZMETA TU KESÎ
Dema ku ev kir wê demê wê Kurd jî qezenç bike, dema Kurdan qezenç kir wê partiya wê jî qezenç bike. Yê bi Kurdistan û gelê herêmê nede qezençkirin nikare bi ser bikeve, ev rastî îro derketiye holê.
Niha PDK dibêje partiyên din li dijî min tifaqan dikin û dixwazin partiya me lewaz bikin, bi vê derûniyê tevdigere. Ev şaş e, tu partiyan tifaq nekiriye da ku PDK ji holê rabe, tu kes tifaqê nake. Çima PDK ji holê rabe, ev nakeve xizmeta tu kesê û şaş e. PDK dibêje ez partiyeke mezin im û ez ji berê de têkoşîn dikim, wê wextê pêwîst e bi berpirsyarî nêzîkî meseleyan bibe û ya rast jî ew e. Wê demê PDK lewaz nabe, ji ber yê ku berpirsyartiyên xwe pêk bîne gel mezin dike û bi gel jî mezin dibe.
TIRKIYÊ ALÎKARIYA BARZANÎ NEKIR
PDK bi Tirkiyeyê re gelek peywendî pêş xist, dema ku DAIŞ êrîşî Başûrê Kurdistanê cihên weke Hewlêr, Dihok, Şengal û Mexmûr kir, Birêz Barzanî ji Tirkiyê alîkarî xwest, lê Tirkiyê alîkarî nedayê. Bi vê derket holê ku peywendiyên Tirkiyeyê yên bi başûrê Kurdistanê re dimeşîne taktîkî ye. Tirkiye ne ji destkeftiyên Başûr hez dike, ji petrola Başûrê Kurdistanê hez dike. Ger ne wisa bûya wê Tirkiye di rojên teng de alîkariyê bikira.
TU CARAN TIRKIYE NAXWAZE KURD BI SER BIKEVIN
Dewleta Tirkiyeyê ne dostê Kurdan e, tu carî naxwaze Kurd pêş bikevin û bi ser bikevin. Tirkiye her tim dixwaze Kurd lewaz bimîne, parçe bibe û nakokî di nava wan de çêbibe. Armanca dewleta Tirkiye nakokî derxistine û dixwaze di nava partiyên Kurdan de şer derkeve. Tirkiye dixwaze PKK lewaz bike, dema ku PKK lewaz ket wê piştre jî partiyên din têk bibe. Îro derket holê ku dewleta Tirkiye naxwaze pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê çareser bibe, ji bo wê li Kobanê alîkariya çeteyên DAIŞ dike.
-Ji bo çi Kobanê di aliyê stratejîk de ewqas girîng e?
Weke tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê li Reqa yê xwe bi cih kirine, ji bo ku bikarin xwe bidin jiyîn û li Reqayê bi rêxistin bibin, pêwîst e Kobanê ji holê rakin, ji ber ku Kobanê ji bo wan xetere.
Ehmed Davutoglu beriya du salan dabû diyarkirin ku ew Rojava napejirînin û pêwîst e Kurd bi îradeya xwe, xwe bi rê ve nebin. Îro vê yekê bi DAIŞ’ê dixwazin pêk tînin, Tirkiye DAIŞ rêkir ser Kobanê. Ji ber Tirkiye bêje pirsgirêka min a ewlekariyê heye û divê ez herêma tampon çêbikim ev yek kir. Armanc çêkirina herêmek tampon e, tê wateya têkbirina Rojavayê Kurdistan.
DIJMINÊ KURDAN Ê MEZIN TIRKIYE YE
Yê li başûr û rojava li dijî Kurdan bisekine, naxwaze li bakur pirsgirêkê çareser bike û dijmintiyê dike. Ji bo vê yekê pêwîst e gelê me hemû vê bizane. Em nabêjin bila têkiliyên xwe çênekin, lê pêwîst e bi wan peywendiyan bawer neke. Ji ber ku Tirkiye dijminê mezin yê Kurdan e.
PÊWÎST E BARZANÎ JI KURDAN ALÎKARÎ BIXWESTA
Divê Mesut Barzanî ne ji Tirkiye, ji Kurdan alîkarî xwestiba, ji birayê xwe yê Kurd alîkariyê xwestiba ne ji dagirkeran û ya rast jî ew bû. Mirov dikare bi alîkariyê li dijî hemû xeteriyan bisekine.
-Wê heya çi astê berxwedanê Kobanê dewam bike?
Berxwedan wê dewam bike û bi ser bikeve jî, wê Kobanê bibe goristana DAIŞ û dewleta Tirkiye jî pêwîst e wisa fêm bike. Li wê derê qehremaniyek mezin tê jiyîn, hem gel hem jî şervanên YPG û YPJ’ê qehremaniyê pêş dixin.
KOBANÊ DILÊ MIROVAHIYÊ YE
Şervanên YPG û YPJ’ê ne tenê ruh didin Kurdan, didin gelê feqîr ê ku di bin zilmê de jî. Her kes dikare li gorî wan fêr bibin çawa şer bikin û çawa wê bigihin armanca xwe. Ji ber ku hestên azadiyê ew bilind dikin. Kobanê ne tenê dilê Kurdan e, dilê mirovatiyê li wê lê dide, ji bo wê dijmin çi bike nikare encamê wergire.
Hinek kes bi zanebûn hinek jî bê zanebûn propagandaya DAIŞ’e dikin, wek em dibînin hinek dibêjin kêm maye çeteyên DAIŞ bi tank û topên xwe bikevin Kobanê, bi vê propagandayê DAIŞ mezin dikin, ji xwe armanca DAIŞ’ê jî ev e.
DIXWAZIN BI DAIŞ BIGIHIN ARMANCA XWE
Îro PKK di nava Kurdan û Rojhilata Navîn de berxwedaniyê dike û bi wê berxwedaniya xwe baweriyek çêkiriye û her kesek dibêje PKK hêza parastina gel, ol û hemû mezheban e. Her kesek bi PKK’ê bawer dike û dibêjin ew hêza parastina gelane û divê em bi wan re bibin yek. Ji ber ku rêya rast ew e. Lê li hember vê yekê dixwazin Kobanê bixin û bêjin PKK ne hêza parastinê ye. Her wiha dixwazin Kurdan lewaz bixin, ji bo ku Kurdan ji xwe re bixebitînin û ji bo bigihin armanca xwe bi kar bînin. Ji ber vê yekê li dijî faşîzma DAIŞ’ê kesek nasekine, ji ber ku DAIŞ ne bi xwe pêş ket, dixwazin bi DAIŞ bigihin armanca xwe. Ji bo vê yekê jî pêwîst e îradeya Kurdan bişkînin, ji ber ku li pêşiya wan tenê tevgera Apocîtiyê û tevgera Kurdan heye.
Ev cara sêyem e DAIŞ êrîşî Kobanê dike, DAIŞ tu caran sê caran êrîşî cihekê nekiriye. Ji ber ku Kobanê nahêle DAIŞ bigihêje armanca xwe, ji bo wê DAIŞ êrîşî Kobanê dike. Her wiha Kobanê ji ber ku despêka şoreja Rojava ye, ji bo wê bûye armanc. Ji bo wê berxwedana Kobanê pîroz e, li Şengal û li Mexmûrê jî dîtin ku tevgera Apocîtiyê, tevgereke baweriyê ye.
Tevgera PKK li dijî zilm û zordariyê disekinin û aîkariya her kesî dike, berjewendiyên partitiyê bingeh nagire, berjewendiyê neteweyî, gela û olan bingeh digire. Ji bo vê hemû astengî û zehmetiyan jî dide berçavan. Vê her kesek dibîne û di nava gel, ol û çandan de her ku diçe rêzdariya ji bo PKK’ê mezin dibe. Eger îro PKK dibe hedef sedema wê ji ber ku ruh û hêz dide gel û çandan e.
PARASTINA HEVBEŞ BERIYA KONGREYA NETEWEYÎ ÇÊBÛ
Dîmenên gerîla û pêşmergeyan, yên li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê kêfxweşiyek ji bo gel çêkir. Ji bo ev hevkarî çêbibe beriya kongreya neteweyî gelek hewldan çêdibûn. Lê belê parastina hevbeş beriya kongreya neteweyî çêbû, ev zerûriyeteke pêwîst e çêbibe.
Kurdan dixwest yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin, ji bo vê jî pêwîstî bi kongreyek neteweyî hebû. DAIŞ’ê Kurd nêzîkî hev kir. Her çend ji bo kongreya neteweyî hê Kurd negihiştine armanca xwe, lê nayê wê wateyê ku ew karê hat kirin vala çûye. Ji ber ku digotin Kurd nikarin bigihin hevdu, êdî ne tenê du Kurd hemû beşên Kurdistanê û partiyên Kurdan gihiştin hev û gelek pêngav jî pêş xistin. Her çendî di şerê li hemberî DAIŞ’ê de hevkariyek çêbû û gelek baş e, lê belê kêm e. Pêwîst e em van pêngavan pêş bixin. Gelê me dixwaze pêşmerge û gerîla di mewziyan de li hember dijmin bi hev re bisekinin û bi hev re destkeftiyên Kurdistanê biparêzin, dîrok jî vê dixwaze. Pêwîst e stratejiyek a Kurdan û hêzek wan çêbibe.
PÊWÎST E HERÊMA KURDISTANÊ ÇEKAN BIDE ROJAVA
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û saziyên başûr dibêjin em li gel Kobanê ne, vaye tiştek baş e. Lê pêwîst e ne bi ziman û propagandayê li gel Kobanê bin, lazime bikeve pratîkê. Pêwîst e Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ şer bike, ji ber ku DAIŞ ne tenê li Kobanê ye; li Başûrê Kurdistanê ye jî. Pêwîst e ew navçeyên li Başûr ketine destê DAIŞ’ê de, werin rizgarkirin. Li gelek cihan pêşmerge û gerîla nêzîkî DAIŞ’e, lazime şer bikin û wan ji wir derxin. Ger vê yekê nekin tu qîmetê propaganda û axaftinê nîne, axaftin nakeve xizmeta Kobanê û Rojava. Dema li Başûr şer hat kirin, wê hêzên DAIŞ parçe bibin û lewaz bibin, wê ev tekoşîna gelê Kobanê xurt bibe. Ji ber şert û mercên coxrafî ne gengaz in, çûyîna Kobanê zehmet e. Lê dikarin çekan bidin û pêwîst e bidin jî.
Pêwîst e gelê me yê Başûr vê baş bizane, em tevgerek Kurdistanî ne, em ne tevgera beşekê ne, em tevgera hemû ol û gelê bindest in. Li ser kê zilm û zordarî heye em dixwazin alîkariya wan bikin, wan biparêzin. Ji ber ku em wê ji bo xwe weke erk dibînin. Em ji bo xwe çi dixwazin partî û saziyên din jî wê dixwazin. Em ji bo Kurdan çi dixwazin, ji bo Sûryaniyan, Êzidî, Tirkmen û Ereban jî wê dixwazin. Xwesteka me ew e ku her kes bi îradeya xwe azad û nasnameya xwe ya azad bi rê ve bibe. Pêwîst e biratî li ser bingeha edalet û azadiyê çêbibe, dema ku ev çêbû şer û kuştin jî rû nadin. Xwesteka me ne dewlet, xweseriya demokratîk e. Her civakek taybetmendiyê xwe heye, bi wê xweser e û daxwaza azadî û demokrasiyê dikin.
EM Ê HETA DAWIYÊ HERÊMA KURDISTANÊ BIPARÊZIN
Heya li Başûrê Kurdistanê li ser gelê me, destkeftiyên gelê me metirsî hebin, em ê parastina wan û hikûmeta herêmê bikin. Ji ber ku em vê weke erkê xwe dibînin, erkek neteweyî ye. Xwesteka me ji hemû partî û saziyên Kurd jî ew e vê yekê bingeh bigrin. Em dixwazin ew yekîtiya li hember DAIŞ çêbûyî hîn pêş bikeve û hêzek a Kurd çêbikin. Bingeha kongreya neteweyî ava bûye, pêwîst e êdî kongreya neteweyî çêbibe.
Bila gelê me hemû aram be, DAIŞ nikare armanc wergire. Em ê Kurdistan bikin goristana DAIŞ û dagirkeran.