Bayik: Divê Tirkiye dest ji dijminatiya kurdên Rojava berde
Bayik: Divê Tirkiye dest ji dijminatiya kurdên Rojava berde
Bayik: Divê Tirkiye dest ji dijminatiya kurdên Rojava berde
Hevserokê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku, di yekemîn salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiyeyê kampanyayekî êrîşan ya biplan daye destpêkirin û hem di aliyê derûnî û hem siyasî de şerek daye destpêkirin. Bayik anî ziman ku Tirkiye piştgiriyê dide van komên êrîşkar û dema vê yekê dike jî darê xwe yê leşkerî jî venaşêre.
Bayik di nivîsa xwe ya di Rojnameya Azadiya Welat de dide diyarkirin ku, berjewendiyê Tirkiyeyê di têkiliyên li gel Kurdên Rojava de heye, lê di dijminatiya Kurdan de nîne. Bayik da zanîn ku, “Tirkiye ji çeteyên rûpoşa Îslamê li xwe kirine aciz nabe, lê dema Kurd êrîşkaran diqewirînin Tirkiye hêrs dibe. Ji vê nêzikatiyê re tişta herî sivik tê gotin ku eyb e.”
Cemil Bayik di nivîsa xwe de balkişande ser polîtîka û nêzîkatiyên dewleta Tirk yên li hemberî Kurdan û destnîşan kir ku, “Kurdên Rojava dixwazin dinava Sûriyeyê de bi Xweseriya Demokratîk xwe birêve bibin. Ev ne li dijî tu welatekiye. Tenê naxwazin Kurd xwe birêve bibin. Ev bertekeke, feraseta li dijî kurdên Tirkiyeyê ya ku dixwaze di binê desthilatdarî û qirkirina çandî de bimîne ye. Em dikarin nêzîkatiya dewleta tirk a li dijî kurdan di vê bertekê de çiqasî guheriye û neguheriye fêm bikin.”
Hevserokê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku, dema ku civakek ji kurdan kêmtir be jî daxwaza xwebirêvebirina cewherî dikin piştgiriyê dide wan, lê dema mijar dibe Kurd dibêje hûn nikarin xwe birêve bibin, pêwîste hûn bên birêve birin. Bayik anî ziman ku, ev yek dijminatiya li hemberî kurdan e.
Hevserokê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de wiha dibêje:
‘TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE KOMÊN ÇETE’
“Di yekemîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, ji hêlekî ve çeteyên ku rûpoşê Îslamê li xwe kirine, ji hêla din ve dewleta tirk dest bi êrîşan kirine. Hin ji van komên êrîşkar ji hêla dewleta tirk ve piştgiriyê dibînin. Di yekemîn salvegera Şoreşa Rojava de ji hêla dewleta tirk ve kampanyayeke êrîşan a bi plan, bi awayekî bi rêxistinkirî tê rêvebirin ku ev yek watedar e. Tê fêmkirin ku çapemeniya tirk di vê mijarê de ji navendekê tê birêvebirin. Tirkiyeyê li dijî Şoreşa Rojava şerekî derûnî û siyasî daye destpêkirin. Gava vê yekê dike jî darê xwe yê leşkerî jî venaşêre.
‘LI ROJAVA ARMANC NE AVAKIRINA DEWLETÊ YE’
Gel ev salek e rojavayê Kurdistanê azad kiriye û xwe bi xwe bi rê ve dibe. Vê jî bi awayekî demokratîk dike. Li her derî merciyên biryarê, meclis û rêveberiyên ji nava wan derketine Rojavayê Kurdistanê bi rê ve dibin. Hemû beşên civakê di navbeyneke demoratîk de bi awayekî azad xwe birêxistin dikin. Biçûk mezin hemû komên siyasî xwe bi awayekî azad birêxistin dikin, bi awayekî siyasî û civakî tevlî jiyanê dibin. Her çendî daxwaz û hêviyên hin kesên ku dixwazin şoreşê têk bibin û li ser civakê desthilatdariya xwe bidin avakirin hebin jî êdî civak xwe bi xwe, bi rêxistin dike û ji derveyî rêveberiya xwe tu kesî qebûl nake. Rêveberiya rewa hebe, civak dê xwe bi xwe bi rê ve bibe, lê ev dê desthilatî û hikûmet nebe. Niha li Rojava ev meyl serwer e. Siyaset bi tevahî bi awayekî demokratîk ku xwe dispêre civakê tê kirin. Vî tiştî her kesê ku diçe Rojava tîne ziman. Çapemeniya ku ji derve tê jî vê karaktera azad û demokratîk a Şoreşa Rojava vedibêje.
Gelê Rojava ev salek e cer bi xwe bi rê ve dibe. Rêveberiya xwe ya demokratîk ava kiriye. Xweseriya Demokratîk a xwe dispêre konfederalîzmê tê avakirin. Bêguman armanceke wan a ku dewletê ava bikin tune ye. Her wiha behsa federasyoneke ku xwe dispêre dewleta herêmê jî nayê kirin. Ji ber ku li dijî dewlet û feraseta desthilatdariya li ser civakê ne. Ev salek e Rojava bi feraseteke li dijî hişmendiya dewletê xwe bi rê ve dibe, nêzîkatiya dewleta tirk a ku xweseriyê qebûl nake û nirxandinên wê yên bi wî şeklî bi tevahî neyartiya li dijî kurdan nîşan dide. A niha li ser rojavayê Kurdistanê tu hebûn û bandoreke dewletê tune ye. Ji xweseriyê gelekî wêdatir rewşeke fîîlî heye. Lê Kurd naxwazin ji Sûriyeyê qut bibin.
‘ÊDÎ SÎNOR BÊWATE BÛNE’
Ji derveyî demokrasiya Sûriyeyê tu armanceke wan tune ye. A niha bi tevahî cuda ne, lê yên dixwazin di nava yekitiya Sûriyeyê de bijîn dîsa kurd in. Vê yekitiyê jî dixwazin bi Xweseriya Demokratîk bi pêş bixin, bi hêz bikin û bigihîjînîn armancê. Ev mafê kurdan ê herî rewa ye. Kurd jî dixwazin mafên xwe yên xwerêvebirinê di nava yekitiya Sûriyeyê de bi Xweseriya Demokratîk bi kar bînin. Ev li dijî tu welatî jî nîn e. Ji bo wê jî bertekên Tirkiyeyê jî bêwate ne. Tu mafên van bertekan û hincetan tune ye. Tenê naxwazin Kurd mafên xwe bi dest bixin. Ev bertekeke, feraseta li dijî kurdên Tirkiyeyê ya ku dixwaze di binê desthilatdarî û qirkirina çandî de bimîne ye. Em dikarin nêzîkatiya dewleta tirk a li dijî kurdan di vê bertekê de çiqasî guheriye û neguheriye fêm bikin.
Kurdên Rojava dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên baş daynin. Wekî ku tê zanîn di Kongreya Sêwasê ya di 4’ê îlona1919’an de rojavayê Kurdistanê di nava sînorên Mîsak-î Mîllî de hat hesibandin. Lê bi Peymana Enqereyê re ji bo kurdan parçe bikin di nava sînorê Sûriyeyê de hat hiştin. Êdî guhertina sînoran bêwate ye. Li welatên ku Kurd lê dijîn dikarin di nava demokrasiyê de bi awayekî azad bijîn.
Tirkiye ji ber egera bi kurdên xwe re li hev bê, divê astengiyên li hemberî kurdên Rojava yên di nava sînorên Mîsak-î Mîllî de ne ku bikaribin bi kurdên li Tirkiyeyê re têkiliyên xwe bi pêş bixin, rake.
‘NE DI BERJEWENDIYÊ TIRIKIYEYÊ DE YE KU PIŞTGIRIYA ÇETEYAN BIKE’
Di vir de tu zerara Tirkiyeyê tune ye. Şûna ku Tirkiye vê bike, kurdên Rojava ji xwe re dike dijmin. Ev polîtîkaya Tirkiyeyê nayê fêmkirin. Ev nêzikatî polîtîkaya deh salên berê dide meşandin. Ka polîtîkaya dewleta tirk guherîbû? Kurdan êrîşkarên ku rûpoşa Îslamê li xwe kirine ji Serêkaniyê avêt, a ku herî zêde ji vê yekê aciz bû Tirkiye bû. Çi ye? Kurdên Sûriyeyê alên xwe daliqandin! Ji çeteyên ku rûpoşa Îslamê li xwe kirine re aciz nabe, lê gava Kurd êrîşkaran ji herêmê derdixin Tirkiye hêrs dibe. Ji vê nêzikatiyê re tişta herî sivik tê gotin ku eyb e. Tirkiye bi xwe nikare bikeve Rojavayê Kurdistanê, lê dixwaze herêma kurdan bikeve destê çeteyên girêdayê wê. Ev li gorî kîjan exlaqê siyasetê ye? Ev helwest dê li gorî kîjan berjewendiyên Tirkiyeyê be?
Berjewendiyên Tirkiyeyê, ligel ku li ser wê ferz dike bi kurdan re di nav têkiliyên baş de be jî, têkiliya wan a bi van çeteyan re ji kîjan aqil û ji kîjan siyasetê re xizmetê dike? Bi rastî jî fêmkirina vê yekê zehmet e!
Artêşa tirk xwedêgiravî ji ber pêdiviyên rêgezên angajmanê êrîşî kurdên Rojava dike. Dema ku çete di ser Tirkiyeyê re êrîşî kurdan dikin ev normal û baş e lê dema ku kurd ji bo parastina xwe bersiv didin van êrîşan xwedêgiravî rêgezên angajmanê bin pê dikin! Kes nikare ji vê yekê rebibêje rêgeza angajmanê, ev bibe bibe rêgezên Dumrulê Dîn e.
‘TIRKIYE NAXWAZE KURD XWE BIRÊVE BIBIN’
Tirkiye li devereke din civakeke ku ji kurdan ji wan kêmtir be dema ku xwerêvebirina cewherîn daxwaz dikin piştgirî dide wan. Me ev yek li Balkanan gelek caran dît. Lê dema ku dor tê kurdan dibêje; “Hûn nikarin xwe bi rê ve bibin, divê teqez hûn werin birêvebirin.” Ev yek dijminatiya li hemberî kurdan e. Ji ber ku ew vî mafê kurdan nas nakin dibêjin heke li cihekî din kurd bigihîjin mafên xwe ew ê ev ji bo Tirkiyeyê jî bibe mînak. Ji ber vê dibêje ku hûn nikarin xwe bi rê ve bibin.
Divê ku Tirkiye tavilê dest ji vê polîtîkayê berde. Divê ku bibîne û bizanibe mafê kurdan jî heye ku xwe bi rêve bibin û di vê çarçoveyê de bi kurdan re divê têkiliyên baş deyne. Ev yek dê li xêra Tirkiyeyê be jî. Têkiliyên kurd û tirkan ên dîrokî jî vê yek îsbat dikin.”