Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Ozgur Polîtîkayê, ji êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê re veqetand û bal kişand ser gefên van êrîşan li tevahiya mirovahiyê.
Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:
"Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP niha li Sûriyeyê êrîşî Şoreşa Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike. Dijminatiya AKP’ê ya li dijî Kurdan bû sedem ku li Sûriyeyê bi hêzên kevneperest re îtîfaqê bike û niha jî wergeriyaye yekser êrîşa li dijî Kurdan.
Têkoşîna azadiya gelê Kurd ev rastî derxistiye holê: Dijminatiya wê ya li Kurdan hiştiye ku dewleta Tirk tim bi hêzên herî kevneperest û dijmirovahî re bibe hevkar. Heta dawî li dijminatiya Kurdan neyînin, ev hevkarî û têkiliyên kirêt ên dewleta Tirk û hemû desthilatdariyên wê dê bidomin.
Li Sûriyeyê çima bi El Nusra re têkilî hate danîn? Çima DAIŞ hat destekkirin û hêzên demokrasiyê destek nekirin? Çima bû dijminê Şoreşa Rojava, bi hêzên ku tevahiya cîhanê wan derveyî mirovahiyê dibîne re têkilî danî û ew destek kirin? Eger dijminatiya li Kurdan tine bûna gelo desilatdariya AKP’ê wê helwesteke bi vî rengî nîşan bida? Bêgûman eger dijminatiya li gelê Kurd tine bûya desthilatdariya AKP’ê ne dikete nava têkiliyên wisa kirêt, bi hêzên ku tevahiya cîhanê li dij wa ye têkildar nedibû. Her wiha dikaribû xwe mîna hêza herî demokratîk a cîhanê nîşan bida. Tenê ji ber ku dijminatiya wan a li dij Kurdan heye bi her cure rêxistinên dij mirovî û hêzên siyasî re têkiliyê dideyne. Polîtîkaya AKP’ê ya roja me ya îro di vê çarçoveyê de ye.
Çawa ku li Tirkiyeyê her cure hêzên faşîst, hêzên kevneperest û hevkarên xwe yên Kurd bikar anîn û xwest Tevgera Azadiya Kurd tesfiye bike, lê dema di vê yekê de bi ser neket jî yekser ew kete dewreyê, bajar şewitandin û rûxandin, bi sedan sivîl qetil kirin, hevşaredar û parlementer avêtin zîndanan û bi meşandina zexta li ser tevahiya Kurdan xwest Tevgera Azadiyê tasfiye bike, niha jî li Sûriyeyê û Rojava yekser bi xwe ketine dewreyê.
Li Rojava di destpêkê de El Nusra ajot ser Kurdan. Serêkaniyê ji bo vê yekê mîna navenda êrîşan bikar anî. Dema ev bi ser neket DAIŞ ajote ser Şoreşa Rojava. Dema ew jî biser neket hin hevkarên xwe ên Kurd xistin dewreyê û xwest şoreşê lawaz û bêbandor bike. Dema dît ku ev yek jî bê bandor ma dijminên Kurdan ên li herêmê hemû kom kirin û xwest jê encamek bidest bixe. Ji van xwest Şoreşa Rojava bifetisîne û li Sûriyeyê rêya hêzên demokrasiyê bigire, dema di vê yekê de jî bi ser neket vê carê yekser mudaxele kir.
Desthilatdariya AKP’ê ku heta duh DAIŞ mezin kir û xwedî kir, niha jî bi maskeya dijminatiya li dij DAIŞ’ê êrîşê dibe ser Şoreşgerên Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên têkoşîna herî mezin dane û di vê oxirê de bi hezaran ciwan şahîd dane. Derdê desthilatdariya AKP’ê ne DAIŞ e. Gotinên qaşo li dij DAIŞ’ê ye û îdîayên ku wê li dij DAIŞ’ê têbikoşe tenê û tenê ji bo fetisandina Şoreşa Rojava û rêgirtina li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Tevî çeteyên hevkarê xwe û hêzên taybet destpêkirina hewldana dagirkirina Babê ji bo astengkirina ketina Babê ya destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Vê yekê jî vekirî tîne ziman. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê polîtîkaya; bila Sûriyeyê hêzên demokrasiyê biser nekevin, Kurd mafên xwe bidest nexin wekî din çi dibe bila be dimeşînin.
Dewleta Tirk ji bo Kurd mafên xwe bidest nexin, ketiye Sûriyeyê. Ji bo hin hêzan jî ketina xwe ya Sûriyeyê bi vî rengî daye qebûl kirin. Dîsa argumana bila penaber neyên Tirkiyeyê li Sûriyeyê bimînin bikar anî û xwest dagirkeriya xwe rewa bike. DYA dibêje ji ber vê sedemê çavê xwe jê re girtine. Lê belê piştî Tirkiye kete Sûriyê kete nava hewldana bicîhanîna hedefa xwe ya esasî. Ev jî di polîtîkaya Sûriyeyê de bi bandorkirina hevkarên xwe û fetisandina Şoreşa Rojava ye. Heger li dijî Tirkiyeyê têkoşîn neyê xurt kirin heta negihije van hedefên xwe dawî li dagirkeriyê nayîne. Ji xwe ji niha ve du hedefên xwe yên bingehîn ferz dike. Ji niha ve gef û şantaja eger maf ji bo Kurdan neyê naskirin û di sîstema Sûriyeyê de cih bidin hêzên hevkarên min ezê wê demê derkevim.
Şoreşgerên Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî vê yekê dizanin. Ne Kurd ne jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi sozên hêzên heyî bawer nabin. Ya ku Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxîne tenê têkoşîn û berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Li Qibrisê hedefeke bi tenê ya Tirkiyeyê hebû. Û heta pêk neyîne jî wê dernekeve. Mîna Qibrisê heta Şoreşa Rojava bifetisîne û di nava sîstema Sûriyeyê de ji bo hevkarên xwe cih çêbike wê dagirkeriya xwe bidomîne.
Têkoşîna ku Şoreşa Rojava li dij DAIŞ’ê dide û ev şoreş wergeriya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya tevahiya mirovahiyê. Şoreşgerên Rojava di serî de li Kobanê bi hezaran şehîd û birîndar dan. Lawazkirina DAIŞ ku dijmina hemû mirovahiyê ye bi vî rengî pêk hat. Piştî ku DAIŞ bi paşve hate kişandin û kete pêvajoya têkçûnê, di bin şova Tirkiyeyê de ya dibêje ew jî li dij DAIŞ’ê ye êrîş birina ser Şoreşgerên Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêwista cîhan bêdeng nemîne. Çawa ku li Kobanê li dij êrîşên DAIŞ‘ê hemû gelên cîhanê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Navneteweyî îlan kirin û bi Şoreşgerên Rojava re ketin nava hevkariyê, divê li dijî êrîşên dewleta Tirk jî bikevin nava heman hevkariyê. Ewropî, Awûstralayayî, Emerîkî, Tirkiyeyî bi dehan şoreşgera jiyana xwe ji dest da û bi nirxên lê zêde kirin Şoreşa Rojava kirin şoreşa gelên cîhanê, niha divê destûr neyê dayin ku Şoreşa Rojava ya bi van nirxên giranbûha afiriye were fetisandin. Divê hemû mirovahî li dij desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê rabe ser piyan.
Dewleta Tirk li Sûriyeyê tenê êrîşî Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk nake, mîna DAIŞ’ê êrîşî hemû mirovahî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî dike. Ji ber vê yekê jî li dij êrîşên destilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê divê hemû pêşverû, mirovahiya demokratîk li ber xwe bidin û xwedî li Şoreşa Rojava ku şoreşa wa ye û her wiha li Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwedî derkevin."