Bayik: AKP şerekî giran yê derûnî dide meşandin

Bayik: AKP şerekî giran yê derûnî dide meşandin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li ser BDP’ê şerekî giran ê derûnî dide meşandin û serokwezîrê tirk  rojane êrîşî BDP’ê dike û divê çawa tevbigerin li ser wan ferz dike. Bayik anî ziman ku  tê xwestin BDP bikeve rewşeke ku nikaribe bi şêwazekî tendurist bifikire. Bayik got herî dawî serokwezîr aqilê, “Li rêxistina terorê guhdar neke, bi cesaret be” da BDP’ê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya di Rojnameya Azadiay Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de di derbarê polîtîkayên hikûmeta AKP’ê de ya li hemberî gelê kurd, BDP û tevgera kurd dimeşîn de nirxandinkir û diyar kir ku, mîsogere ku li ser BDP’ê tevgereke derûnî ya mayînde û berfireh tê meşandin.

ŞERÊ DERÛNÎ GIRAN Û TUND TÊ MEŞANDIN

Bayik di berdewamiya axaftina xwe de  wiha got: “Ev yek wek parçeyekî stratejiya tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, pêş xistiye. Lê, BDP di zanebûna bombardûmana şerê derûnî û armancên vî şerî de ye. Lê, ev şerê derûnî wisa giran û tund tê meşandin ku ne mimkune mirov jê bandor nebe. Car caran ku rêveberên BDP’ê dikevin asta xweparastinê ji ber vê yekê ye. Tevî ku di diyarkirina heyeta biçe Îmraliyê de di mijara destnîşankirina heyetê de BDP mafdar e jî, rewşeke wisa hatiye afirandin, propogandayeke wisa tê kirin û kampanyayeke wisa tê meşandin. Mîna ku BDP di vê mijarê de neheqiyê dike.”

HELWESTA AKP NAYÊ QEBÛLKIRIN

Bayik da zanîn ku Hikûmeta AKP’ê ji aliyekî behsa pêvajoyê, ji aliyê din ve jî behsa çareserkirina pirsgirêka Kurd dike û got: “ Bêguman em jî vê yekê mîna ‘çareserkirin’ û bêbandorkirina PKK’ê û Tevgera Azadiya Kurd fêm dikin. Naxwe di dema ku AKP behsa pêvajoyê dike de bangên ji bo BDP’ê yên dixwaze, li PKK’ê guhdar neke, ji bilî vê tê çi wateyê? Ev dide nîşandan ku mebesta wê ne çareserî ye, berevajî ji bêbandorkirina PKK’ê ye û nirxandinên me yên bi vî rengî ne vala ne. Hêzeke siyasî ya ku aşkere dike wan bi Rêbertiya PKK’ê re dest bi pêvajoyekê kirine, zimanekî ku PKK’ê dike dijber bi karnayne. Ji ber ku PKK, kiriye dijber diyar e niyeta wê ne çareserkirina pirsgirêka Kurd e, mebesta wê di nava Tevgera Azadiya Kurd de afirandina tevliheviyê ye. Heqaretê li BDP’ê bike, heqaretê li PKK’ê bike, bi hurmet nêzî Rêberê Gelê Kurd nebe; paşê jî rabe behsa pêvajoyê û çareseriyê bike! Ev yek ne ji aliyê me, ne ji aliyê gelê Kurd ne jî ji aliyê hêzên demokrasiyê ve nayê fêmkirin.”

DIXWAZIN LI GORÎ XWE ROLEKÊ BIDIN BDP

Bayik wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem dê ji BDP’ê were xwestin ku di navbera Îmralî û PKK’ê de bibe navbeynkar, nêrînên Rêberê Gelê Kurd bi rêya BDP’ê dê ji PKK’ê re werin ragihandin hem jî dê ji BDP’ê re bêjin “Li PKK’ê guhdar neke, li hember derkeve!” Kîjan mirova/ê xwedî hiş û aqil dê wateyê bide vê yekê! Ji ber vê yekê jî li holê rewşeke ku nayê fêmkirin heye. Lîstik û tevgereke derûnî ya AKP’ê mijara gotinê ye.  Diyar dibe ku dixwazin li gora xwe rolekî bi BDP’ê bidin lîstin. BDP’ê ji bo guftûgokirinê naşînin Îmraliyê. Nayê xwestin ku nêrînên hêzên demokrasiyê, Tevgera Azadiya Kurd û civaka Kurd ji Îmraliyê re werin rave kirin. Tê xwestin hin tiştên li gora daxwaza AKP’ê ji Rêberê Gelê Kurd re werin gotin. Ji bilî vê tu wateya gotina “Bila BDP bi cesaret be, li PKK’ê guhdar neke” tune ye. Niha diyar dibe ku tevgera derûnî ya di demên dawî de li ser BDP’ê tê girankirin bi vê mebestê ye. Tê xwestin ku BDP ne nêrîna raya giştî ya derve, ne ya Kurd, ne ya Tevgera Kurd ne jî nêrîna xwe ji Rêberê Gelê Kurd re ranagihîne. Tenê bila BDP, di nava nêzîkatiyeke ku gerîlla çekan deyne yan vekişe de be! Berê digotin, “Bila BDP li hemberî terorê derkeve, niha jî vê polîtîkayê gaveke din pêşde dibin û dixwazin di çekdanîna PKK’ê re rolê bilîzin. Cesareta ku duh ji BDP’ê dihat xwestin ji bo dijderketina PKK’ê bû, îro daxwaz danîna çekan e. Diyar bû ku “Bi terorê re têkoşîn, bi siyasetê re muzakere” tê vê wateyê.”

TIŞTA JI BDP’Ê TÊ XWESTIN GELO ÇIYE?

Bayik destnîşan kir ku serokwezîr bi tevgera xwe ya derûnî û bi zextên di vê çarçoveyê de dimeşîne, difikire ku hêza wî digihîje her tiştî. Bayik wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê jî difikire ku ew ê karibe BDP’ê bêbandor bike û bixe bin xizmeta polîtîkayên xwe. Banga wî ya mîna “Bi cesaret bin” nîşan dide ku bi vê yekê bawer e. Ji bo vê rewşê gotina, “Mirîşka birçî di xewna xwe de xwe di embara garis de dibîne” tê bikaranîn. Bi rastî em dixwazin ji AKP’ê bipirsin. Di serî de BDP divê her kes ji AKP’ê bipirse; dema ku behsa pêvajoyê tê kirin, bangên ji bo BDP’ê yên, “Bi cesaret be, li hemberî PKK’ê derkeve tên çi wateyê?” “Ji bo bi cesaret be, divê BDP li hemberî PKK’ê helwesteke çawa nîşan bide yan çi jêre bêje?” Naxwe gotina, “Li PKK’ê guhdar neke” nayê tu wateyê. Divê BDP, li PKK’ê guhdar neke, lê divê çi bike? An dema dibêjin, “Guhdar neke” ji BDP’ê tê xwestin çawa tevbigere? Bi rastî jî dema ku qala pêvajoyê tê kirin em vê yekê gelekî meraq dikin.

Tişta ji BDP’ê tê xwestin gelo çiyê pêvajoyê ye? Dê li ku derê pêvajoyê cihê xwe bigire? Niha şerek heye. AKP dixwaze vî şerî bi encam bike. Aliyekî vî şerî jî PKK ye. Bêyî hebûna îradeya PKK’ê, li ber çavan negirtina PKK’ê, dê çawa ji gerîla rizgar bibin? Ev nêzîkatî didin diyarkirin ku têgihiştina çareseriyê ya AKP’ê tune ye. Kar û emelê wê, hemû kûrbûna wê li ser tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Tê gotin, bi çil şêwazî çîrokên hirçê hebûn, tev jî li ser hirmiyê bûn. Diyar dibe der barê pirsgirêka Kurd de 40 şêwazên polîtîkayên AKP’ê hene, tev jî li ser tasfiyeyê hatine sazkirin. Em çi bêjin, Xwedê aqil û fikir bide AKP’ê û lîderê wê.  Polîtîkayên AKP’ê yên ji bo xapandina civakê dişibin gotina pêşiyên Kurdan a “Reva pisîkê heta kadînê ye” û di dawiyê de dê ev polîtîka were teşhîrkirin û bêbandorkirin. Diyar e ku dawiya AKP’ê jî dê ji van polîtîkayên wê yên dimeşîne were.”