Baydemîr: HDP'ê serî netewand, wê serî netewîne!

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Osman Baydemîr tevlî rûniştina doza li endamên partiya wan ên li Manîsayê hate vekirin bû û got, "HDP'ê serî netewand, wê netewîne."

Alîkarên Hevserokên HDP'ê Osman Baydemîr, Sarûhan Olûç û Sezaî Temellî tevî parlamenter Ertûgrûl Kurkçu û Mizgîn Irgat tevlî rûniştina destpêkê ya doza 150 HDP'yiyên li Manîsanê tên darizandin û piraniya wan girtî ne, bûn.

Baydemîr beriya destpêkirina rûniştinê bi navê heyetê daxuyaniyek a û got, "Edalet havênê civakê ye. Edalet têkiliya piştgiriyê ya navbera hemû ferdên civakê ye. Eger li nava civakekê edalet hatibe binpêkirin, hingî havênê wê civakê xera bûye. Tê wateya tinebûna zemînê jiyana bi hev re."

Baydemîr di dewama axaftina xwe de got, "Eger li vî welatî bi navê hiquqê tiştek ma be, divê zêdeyî 150 hevalên me yên girtîn e îro bên berdan. Di heman demê de divê lêborîn ji van mirovan bê xwestin û ji ber ku bi rengekî neheq hatine girtin, tazmînat ji wan re bê dayin."

Baydemîr diyar kir ku hiqûq wê rojekê ji her kesî re lazim be û got, "Sala 2009'an bi operasyonên bi navê 'KCK'ê re zêdeyî 10 hezar siyasetmedarên Kurd xistin girtîgehê. Hemû şefên polîsan, dadger û dozgerên ew operasyon bi rê ve birin, niha girtî ne. Ji ber ku dadgerî kirin çoyê otorîteyê."

Baydemîr destnîşan kir ku neheqî ji kê tê bila bê ew ê li ber neheqiyê rabin û wiha dewam kir: "Weke HDP'ê me li ber zordarî û bêhiqûqiyê serî netewand, em ê serî netewînin. Ev doz, dîlgirtina aktorên siyaseta demokratîk a legal e; doza ji bo tasfiyekirina HDP'ê, tasfiyekirina siyaseta demokratîk e. Tevgereke gel hêza xwe ji gel digire. HDP bi 6 milyon hilbijêr û nêrîna xwe, hemû nirxên gerdûnî temsîl dike. Bila kes xeman nexwe; ev zext wê nikaribin HDP'ê bê deng bikin. Ev zext wê me ji daxwaza azadî, demokrasî û jiyaneke bi rûmet û wekhev venegerînin. Rojek wê bê, feraset û aktorên ku vê bêhiqûqiyê li ser mirovan ferz dike, wê di wijdanê gel de mehkûm bibe."