Baydemîr: Eger edalet nebe Aştî ji nabe!

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di çalakiya ji bo Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de axivî û got: "Kujeran heta niha hesab nedane, ger edalet nebe aştî jî nine."

Baroya Amedê ji bo ku kujerên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hate kuştin bên dîtin û lêpirsînekî berfireh bê kirin cara 79'emîn li ber Edliyeya Amedê daxwaza edaletê kir. Di çalakiya ku gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdar bûn de parlamenterê HDP Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş jî beşdar bûn.

RAKIRINA NAVÊ 'TAHIR ELÇÎ' HATE ŞERMEZARKIRIN

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Mahsûn Bati diyar kir ku kiryarên Elçî nehatine dîtin, di dosyayê de ti pêşketinek çênebûye û yek nayê qebûlkirin. Bati li hemberî guhertina navê parka "Westaniya Parêzer Tahîr Elçî" ya li navçeya Şaxê ji aliyê qeyûm Hacî Asîm Akgul ve nerazîbûn nîşan da û got ku ev nêzîkatiyekî rûmetşikandinê ye û şermezar kir.

Bati diyar kir ku têkîldarî vî mijarê wê wekî Baroya Amedê karên fermî dane destpêkirin. Bati wiha got: "Peywira rayedaran navê Tahîr Elçî ji parka rakirin na, peywira wan kujerên Tahîr Elçî dîtin û derxistina pêşberî darazê ye."

BAYDEMÎR: EM DEV JI RASTIYÊ NA BERDIN

Omsan Baydemîr ê piştî vî daxuyaniyê hat binçavkirin jî got ku li ser qetilkirina Tahîr Elçî tam 543 roj derbas bûye û li ber Edliyeya Amedê eger ku hê daxuyaniyê didin ev nîşan dide li edalet tineye û aştî ancax bi azadiyê ve tê û ancax dikare bi edaletê bê parastin. Baydemîr di berdewamê de wiha got: "Eger ku li cografyayekî edalet tunebe li wir aştî jî nabe. Tahîr Elçî ji ber ku bernameyekî de fikrên xwe parve kir der barê wî de biryara fermanê hat dayîn. Ligel ku 543 roj derbas bûye jî di dosyayê de kiryar tuneye. Bersiva pirsên hatine kirin tuneye. Edalet ji bo hemû kesan lazim e. Em ê ji bo edalet pêk bê bixebitin û dev ji vê bernedin. Edaleta derengmayî edalet nîne."

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.