Baydemîr: Em ê ne li parlamentê, lê li ber Girtîgeha Edîrneyê bin
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr got, "Destpêka destûrdanînê ya nû de em ê li ber Girtîgeha Edîrneyê bin." Baydemîr diyar kir, ku aştiya Rojhilata Navîn bi hevkariya Kurdan pêk tê.
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr got, "Destpêka destûrdanînê ya nû de em ê li ber Girtîgeha Edîrneyê bin." Baydemîr diyar kir, ku aştiya Rojhilata Navîn bi hevkariya Kurdan pêk tê.
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr li navenda giştî ya partiya xwe derbarê rojevê daxuyaniya çapemeniyê da.
Baydemîr derbarê biryarên civînên Koma Meclîsê ya HDP’ê, Desteya Rêveberiya Navendî û Desteya Hevseroktiyê agahî da û got, di serdema nû ya destûrdanînê de parlamenterên HDP’ê wê ne li parlamentê lê li ber deriyê Girtîgeha Edîrne bin.
Baydemîr bal kişande ser girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê û got derbarê dosyaya ku hevserokê wan Demîrtaş pê hatiye girtin hê nehatiye yek danişînê û got, heta niha 72 danişîn pêk hatine û yek ji wan jî ne têkildarî wê dosyayê ne ku Demîrtaş pê hatiye girtin. Baydemîr ragihand, ku Demîrtaş di ti danişînê de nehatiye ber dadger, SEGBÎS lê hatiye ferz kirin, hatiye xwestin ku destê wî kelepçe bikin lê kesek nikare vîna gel kelepçe bike.
'BÛDCE EV QASÎ LI BINÎ DAYE?'
Baydemîr got, xwestine ku bi zorê Demîrtaş bibin SEGBÎS’ê û got, sedema ku Demîrtaş bi xwe nebirine dadgehê jî ‘ekonomiya ûsûlê’ ye. Baydemîr wiha got, "Wê danişîna Demîrtaş li Amedê bihate kirin, ji ber hincetên ewlehiyê ew birin Enqereyê. Hikumetek ji wê maliyata ku danişînekê pêk bîne direve, gelo bûdçeyê ev qasî li binî daye?"
'BALÛKEN BI TWÎTEKE KU WÎ NE AVÊTIYE HATIYE GIRTIN'
Baydemîr bal kişande ser rewşa parlamenter Îdrîs Balûken û diyar kir, ku heta niha hemû îdîayên li ser Balûken hatine pûçkirin. Baydemîr anî ziman, ku Balûken ji ber twîteke ku wî nenivisiye, ispat bûye ku wî par ve nekiriye hê jî girtiye.
'EM Ê LI BER GIRTÎGEHA EDÎRNEYÊ BIN'
Baydemîr anî ziman, ku daraz kirine amûra ku pê vîna gel tine bikin, tasfiye bikin û got, "HDP çawa ku di destpêka sala edli ne li şûna ku biçe merasîmê, wê rewa bike li ber Dadgeha Destûrê Nobeta Wijdan û Dadmendiyê dabe destpêkirin, dema ku sala nû ya destûrdanînê ya TBMM’ê dest pê kir jî, wê ne li wir be lê li ber Girtîgeha Edîrneyê be."
REFERANDÛMA BAŞÛR
Baydemîr li ser referandûma 25’ê Îlonê ya ku li Herêma Kurdistanê ya Başûr çêbûyî jî wiha got, ew diyarbûna vîna gel a di referandûmê de slav dikin, bi rengekî demokratîk pêkhatine wê, wê ji bo geşedana demokrasiya Rojhilata Navîn bibe kana moralê. Baydemîr her wiha got hewce ye ku arîşeyên di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Bexdayê re bi rêyên diyalogê çareser bibin û vîna gel were nasîn.
'AŞTÎ BI HEVKARIYA BI KURDAN RE PÊK TÊ'
Baydemîr diyar kir ku helwesta rejîma Tehrane û koalîsyona AKP-MHP’ê helwesta dijminatiya li Kurdan e û got, dijminatiya li Kurdan heta niha tiştek bi dest kesî ve neaniye û ji niha û pê de jî wê neyîne. Baydemîr got, "Divê demildest dev ji van polîtîkayan biqerin. Li Rojhilata Navîn aştî tenê bi hevkariya bi Kurdan re pêk tê. Bawer bikin ku tifaqa Kurdan ne dijminahiya bi ti kesî re ye. Berevajî vê, ji bo ku gelên Rojhilata Navîn ji propagandaya nîjatperesitiyê xilas bibin rewşeke jêneger e."
Baydemîr bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê kir û got heke hûn li dijî Rewşa Awarte, li dijî zexta li ser medyayê bin divê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Kurdan derbikevin. Baydemîr bang li wan dengdêran Kurd kir ku dengên xwe dane AKP,CHP’ê, her wiha bang li Elewiyan kir ku tezkere dijminathiye û heta ku ew di nav wan de bin destekê didine van polîtîkayên dijminatiyê.
Baydemîr amaje bi gotina Erdogan kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê gotibû, ‘wê nan bi dest wan nekeve’ û got, "Ne tu bûyî ku tu ji ambargoya li ser Myanmarê, Gazeyê te gazin dikir?"
'SIYASETA KU ZAROKAN DIŞÎNE MIRINÊ'
Baydemîr bal kişande ser tezkereya ku ji Meclîsa Tirk hatî derxistin û got, heke hişmendiyeke siyasî li zarokên we difikire zarokên we naşîne mirinê, şerxwazî, tezkere ew siyaset e ku zarokên me dişîne mirinê.
'ŞER ÇI JI ABORIYÊ BIRIYE..'
Baydemîr herî dawî bal kişande ser 40 ji 100’î baca ku hatî ser wesayitên bi motor û got, ji bo ku mirov fêhm bike bê ka şer çi ji aboriya vî welatî biriye mirov li vê bacê binere bes e.