Batiş Atay: Ya malbata Şenyaşar dijî xulaseya huqûqa li Tirkiyê ye

Alîkarê Serokê Giştî yê TÎP’ê ku serdana malbata Şenyaşar ya ku nêzî salek e ku li Rihayê nobeta edaletê didomîne kir û got ku ya malbat dijî xulaseya desthilata AKP’ê û huqûqa li Tirkiyê ye.

Di roja 251’an a çalakiya nobetê de Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) û Wekîlê Hatayê Batiş Atay serdana malbata Şenyaşar kir.

Malbat ji ber ku edliye di dawiya hefteyê de girtiye çalakiya xwe xwe li mala xwe ya li Pirsûsê birêve bir.

Encax malbat li gel Alîkarê Serokê Giştî yê TÎP’ê li ber avahiya edliyê hatin cem hevdu.

Ferît Şenyaşar û dayik Emîne Şenyaşar têkildarê têkoşîna edalet ya ji roja qetlîamê 14’ê Hezîrana 2018’an ve ku ev 3 sal û 5 mehin didomînin agahî dan şandeyê.

Bariş Atay diyar kir ku ya malbat dijî tirsnak e û got, “Wekîlê partiyeke siyasî ji ber ku malbatekê jê re gotiye ku emê dengê xwe nedin te li nexweşxanê  ew înfazkirine.”

Atay her wiha anî ziman, “Malbat ev 250 rojin li wir dibêje ka yek derkeve û bêje ka rastiya vî karî û piştperdeya wê çiye. Ya malbat dijî xulaseya huqûqa li Tirkiyê ye. Endameke malbatê (Fadil Şenyaşar) 3 salin ku li girtîgehê ye. Tevî ku kesê ji aliyên dijber yê li pey wî digerin li Rihayê ye ew tê girtin. Tiştên ku bi serê malbata Şenyaşar tê xulaseya deshilatdariya AKP’ê ye. Emê heya dawiyê şopdarê vê pêvajoyê bin. Divê her kes li hemberî vê yekê biaxife. Em neçarin ku huqûq û edaletê daxwaz bikin. Em hê jî bi wan welatan bawer dikin.”