Başaran: Berpirsê her mirinê wê AKP be
Parlamentera HDP'ê û Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran têkilî greva birçîbûnê daxuyanî da, bang li AKP'ê kir ku dawî li tecrîda li ser Rêbere Gele Kurd Abdullah Ocalan bîne û got, ji mirinan berpirs wê AKP be.
Parlamentera HDP'ê û Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku rewşa Tirkiyê ji tecrîda heyî ne serbixwe ye. Başaran, anî ziman ku girtiyan ji bo mafê xwe rewa û hiqûqî dest bi çalakiyê kirine û xwest AKP li gorî peymanê ku îmze kirine tev bigere.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 149 roj in li dijî tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye û bi hezaran girtiyên ji 1'ê Adarê ve bi heman armancê di grevê de ne civîna çapemeniyê pêk anî. Başaran li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Tayip Temel, Dersîm Dag û Murat Sarisaç, wekilên HDP’ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik û gelek kesên din jî di civînê de amade bûn.
‘NAXWAZIN DAXWAZA HERÎ REWA BIBÎNIN'
Di civinê de Berdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku li Tirkiye di pêvajoya Hilbijartinên Rêveberiya Herêmî de jî tecrîd ji rojevê derneket û wiha got: “Li hemû girtîgehên Tirkiye li dijî tecrîdê bi hezaran girtî ketine greva birçibûnê. Ji Mexmurê heta Kanada li çar aliyê cîhanê bi sedan welatî ketine greva birçîbûnê. Tecrîd mijara herî zêde bi êş li pêş me ye. Daxwaza herî rewşa li ber çavan nayê girtin û naxwazin bibînin. Li Girtîgeha Îmraliyê ji 1999'an heta niha tecrîd heye. Piştî polîtîkayên şer kûr bûn tecrîd jî giran bû. Birêz Ocalan ji hemû maf û hiqûqa ku hemû girtî xwedî maf in nikare sûdê bigire. Îro bi hezaran kes ji bo vê daxwaza xwe bînin ziman û îktidar vê daxwazê bibîne ketine grevê."
HER KÊLÎ REWŞ XERABTIR DIBE
Başaran, anî ziman ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven 149, Nasir Yagiz li Hewlerê 136 roj, li girtîgehan girtî 111 roj in di grevê de ne û wiha got: "Her kêliya derbas dibe bêtir rewşa çalakgeran krîtîk dibe. Bandora grevê ya li ser girtiyan her ku diçe bêtir giran dibe. Îktîdara ku li hemebrî van daxwazan bêdeng dibe bêtir li ser kesên li ber xwe dide zextan zêde dike. Me berê jî hikûmet hişyar kiribû ku girtiyan navêjin yek hucreyê.
GIRTIYÊ 2 MILÊ WÎ TUNE DI YEK HUCREYÊ DE TÊ GIRTIN
Başaran der barê rewşa girtiyan de jî agahî parve kirin û wiha got:
"Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Engin Aktaş 34 rojin di grevê de ye û 2 milê wî tune. Lê niha bi tenê tê hiştin. Ji bo îşkenceyê lê bike bêyî lîmonê perçe bike didin wî. Ev hem heqaret û hem jî îşkece ye.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê Zerdeşt Oduncu 110 rojin di grevê de ye. Xwin verdişe. Piyê wi yê çepê pûç e. Piyê wî yê rastê nîv felç e. Bi tena serê xwe tê hiştin.
* Li Girtîgeha tipa T2 ya Kayseriyê Mehmet Aydın Sogut û Sakıp Hazman bi tena serê xwe di yek hucreyê de tên girtin.
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasya Kadir Kaplan, Fethi Yaşa, Turgay Ustunbaş, ji 1'ê Adarê ve ketine grevê û du hicreya yek kesî de tên girtin. Vitamîn nadin wan.
‘BERPIRIYARÊ WAN DESTHILATDAR E'
Başaran, anî ziman ku wekî tiştek tune be hikûmet bêdeng û naxwaze bibîne û wiha bi dawî kir: "Bê hiqûqî hatiye asta 1980 û 1990’an. Îktîdar her roj sûc dike. Ger ku tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar hekûmet e. Heta niha ji bo tecridê şermezar bikin 6 girtiyan dawî li jiyana xwe anî. Li şûna ku îktîdar êrîşî cenazeyan dike û destûr nadin ku merasima olî pêk bînin, ger ku tecrîdê rakin dê rojên ronak bêtir pêş bikevin. Em bang li îktîdara AKP'ê dikin ku li gorî hiqû, zagon û peymanên îmze kiriye tev bigerin. Em bang li DMME, CPT, Konseya Ewropa dikin ku li hemberî van daxwazên çalakgeran bêdeng nemînin. Bêdengiya CPT nayê qebûlkirin. Girtiyên siyasî ji bo bimirin dest bi çalakiyê nekirine. Ji bo rê li pêş bêqiqûqî û tecrîdê bigirin ketin grevê. Ji bo gelên Tirkiye di nava rewşek bêtir azad de bijîn ketine grevê. Divê em jî bêtir dengê wan bilind bikin û bibin dengê wan."