Barzanî: Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re kevn in û wê bidomin!

Serokwezîrê Iraqê Ebadî daxwaza betalkirina referandûmê, paşvekişandina ji Kerkûkê kir û got ku ‘Hûn şer dixwazin?’ Nêçîrvan Barzanî jî bersiv da û wiha got; “Bi Bexdayê re em daxwaza rêbazên diyalogê ji bo çareserkirinê dixwazin.’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li xwe mikur hat ku vaneya petrola Başûrê Kurdistanê di destê Tirkiyeyê de ye û got: “Vaneya boriya petrolê di destê Tirkiyeyê de ye. Her wisa bi Tirkiyeyê re peymaneke me ya îmzekirî heye. Em li ser dixebitin ku xeteke gaza siruştî jî deynin.”

Barzanî anî ziman ku têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re pir kûr in û got: “Em naxwazin referandûma ku hatiye kirin weke gefeke li ser ewlehiya Tirkiyeyê were fêmkirin. Têkiliyên me û Tirkiyeyê dêrin in û wê berdewam bikin. Teqez em sînoran naguherin. Wê sînor wekî xwe bimînin. Em dixwazin diyaloga xwe bi Tirkiyeyê re pêşve bibin. Em serxwebûneke ku me bixe şer naxwazin. Em dixwazin kêşeyên xwe li gel Bexdayê bi diyalogê çareser bikin. Tirkiye deriyê me ye ku li ser derve vedibe.”