Krîza di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta herêmî ya Kurdistanê de didome. Hat diyarkirin ku Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokwezîrê Iraqê re nameyek şandiye.
Nêçîrvan Barzanî beriya referandûma 25’ê Îlonê ji hikumeta Ebadî re gotibû, “Hikumeta Bexdayê îflas kiriye û muflîs e.” Têkildarî nameya ku Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina krîza di navbera Bexda û Hewlêrê de şandiye û hevdîtinê dixwaze, Berdevkê Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê Seîdî Hedîsî got ku têkildarî nameyê ew nehatine agahdarkirin.
Hedîsî di dûmahîka daxuyaniya xwe de şertên Bexdayê yên ji bo hevdîtinê rêz kir û got, “Divê li hemberî destûra bingehîn a Iraqê hurmetdar bin.” Hedîsî diyar kir ku petrola li herêma Kurdistanê petrola Iraqê ye û divê têkeve bin kontrola hikumeta Iraqê.
Di heman demê de rojnameya Erebî Cedîd a li Iraqê di hejmara xwe ya duh de diyar kir ku ji bo hevdîtinan şertên Ebadî hene. Li gorî rojnameyê şertên ji bo hevdîtina di navbera Bexda û Hewlêrê ev in:
“Divê encamên referandûmê bi temamî were betalkirin, deriyên sînor û balefirxane û hatinên petrola li Herêma Kurdistanê divê were dewrkirin, kesên ku têkildarî wan doz hatine vekirin divê teslîmî hikumeta Iraqê werin kirin, divê pêşmerge xwe bikişîne sînorên sala 2003’an û hêzên pêşmergeyan bi Wezareta Parastina Iraqê ve were girêdan.”
Nêçîrvan Barzanî jî ji bo destpêkirina hevdîtinên bi Bexdayê re xebatên dîplomasiyê dike. Barzanî û alîkarê wî Qubat Talabanî di hefteyên borî de çûn serdana Fransayê û xwestibû Fransa di navbera wan û Bexdayê de navbeynkariyê bike. Tê diyarkirin ku Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm jî ji bo çareserkirina krîzê name ji Ebadî û Barzanî re şandiye.
Ligel bangên diyalogê Ebadî ji bo ku gelek deskeftiyên Herêma Kuristanê bi hikumetê girêbide û di hilbijartina giştî ya Iraqê ya di sala 2018’an de li hemberî reqîbên xwe bi kar bîne, xwe nêzî hevdîtinan nake.