Barzanî di 'demeke manîdar' de çû Urdunê

Serokê Giştî yê PDK'ê ji bo danûstandinan bike çû Urdunê. Ev ziyaret ku beriya bidawîbûna operasyona Mûsilê tê kirin, 'Plana Amman' tîne bîra mirovan, ku di 1'ê Hezîranê de bi rêya vê planê Mûsil radestî DAIŞ'ê hatibû kirin.

Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, ji bo danûstandinan bike berê xwe da Urdunê. Tê payîn, Barzanî li paytexta Urdun Ammanê, bi Qralê Urdunê Abdullan ê 2. re li hev rûnên û li vê derê tevlî Forûma Aboriyê ya Cîhanê bibe.

Balkêş e, ev serdan demeke kurt beriya bidawîbûn û rizgarbûna Mûsilê tê kirin. Du hefte beriya ku Mûsil bikeve destê DAIŞ'ê, Barzanî serdana Urdunê kiribû. 

Piştre jî derketibû holê, ku plana hiştina Mûsilê ji DAIŞ'ê re, di 1'ê Hezîrana 2014'an de di civîneke bi beşdariya Erebîstana Siûdî, urdun, Tirkiye, PDK, Îsraîl û hêzen cuda de hatiye amadekirin.

Rojnameya Ozgur Gundemê, di 4'ê Tîrmeha 2014'an de belgeya vê peymanê weşandibû.