Baroya Amedê: Hemû civak deyndarê Tahîr Elçî ye
Li Amedê carekî din parêzer ji bo Tahîr Elçî hatin ba hev. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê têkildarî qetilkirinê zext li desthilatê bêkirin û peyama ‘Em dev jê bernadin’dan.
Li Amedê carekî din parêzer ji bo Tahîr Elçî hatin ba hev. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê têkildarî qetilkirinê zext li desthilatê bêkirin û peyama ‘Em dev jê bernadin’dan.
Baroya Amedê, ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûrê hat kuştin, bên dîtin û darizandin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Baro di hefteya 143'yemîn de kom bû û dîsa ji bo Elçî edalet xwestin.
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û parêzerên baroyê beşdarî çalakiyê bûn. Parêzeran di çalakiyê de pankarta “Em te jibîr nakin" vekirin û daxuyanî dan.
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, di daxuyaniya de axivî û wiha got: “Civaka Tirkiyeyê deyndarê Tahir Elçî ye. Ji bo faîlên Elçî bên dîtin, diiê civak zextê li desthilatdariyê bike. Mixabin heta niha di derbarê dosyaya Tahir Elçî de gavek şênber nehatiye avêtin. Divê desthilata siyasî ji bo ronîkirina qetlîmamê gavên berbi çav bavêje.”
Ozmen xwest hikûmeta AKP'ê di derbarê lêpirsîna dozê û dîtina kujeran de gavan bavêje.
Çalakî piştî rûniştina 5 deqeyan, bi dawî bû.