Banê avahiya HDP’ê kun kirin û ketin hundir!

Banê avahiya HDP’ê kun kirin û ketin hundir!

Hin kesên nasnameya wan ne diyar li Stenbolê banê avahiya HDP’ê ya Navçeya Eyupê kun kirin, ketin hundir û ziyan dan gelek amûrên avahiya HDP’ê.

Hin kesên ku li navçeya Eyup a Stenbolê banê avahiya HDP’ê ya navçeyê kun kirin û ketin hundir, ziyan dan amûrên avahiyê. Kesên ketin hundir hema bêje tevahiya amûrên di avahiya HDP’ê ya li ser Cadeya Barbarosê de tevlîhev kirin.

Hevserokê HDP’ya navçeya Eyupê Alî Gomek, diyar kir ku beriya niha ev avahî ya BDP’ê bû, wan duh tabelaya HDP’ê pê ve kirine û di heman rojê de êrîşî avahiyê kirine û ketine hundir. Gomek got: “Kesên ku xwe li ber partiya me ranagirin êrîşên wiha dikin.”