Balûken: Xweseriya demokratîk ji bo gelemperiya Tirkiyeyê ye

Di rûniştina îro ya doza dijî Parlamenterê Amedê yê HDP'ê Îdrîs Balûken de, biryar hate dayin ku girtî bimîne.

Parlamenterê Amedê yê HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, ku di Mijdara 2016'an de hate girtin û ji bo heta bi hetayê di girtîgehê de bimîne û cezayê 18 salan ê girtinê lê bê birîn doz lê hate vekirin, roja 30'ê Çileyê hate berdan, lê ji ber îtirazê di 21'ê Sibatê de ji nû ve hate girtin.

Rûniştina sêyemîn a doza li dijî Balûken, li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Balûken bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS)'ê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F Hejmara 1. a Sîncanê tevlî rûniştinê bû. Di rûniştina dozê de parêzerên balûken, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Îmam Taşçier û Ziya Pîr û xizmên wî amade bûn. Balkêş bû, di rûniştina dîro de dadgerê ku di rûniştina beriya niha de ji bo berdana Balûken biryara şerhê da bû, tevlî vê rûniştinê nebû.

Piştî xwendina ewraqên li ser dosya dozê, dozgerê Tirk nêrîna xwe ya ji bo girtinê anî ziman. Dozger îdîa kir, ku hukmê kontrola edlî wê têra wesfa sûc neke û xwest, biryar bê dayin ku Balûken girtî bimîne.

BALÛKEN: ME ÇARESERÎ JI BO TEVAHIYA WELÊT PÊŞKÊŞ KIR

Balûken jî parastina xwe ya rûniştinên beriya niha dubare kir û got, "Temamiya axaftina min ku bûye mijara gilînameyê, di çarçoveya destnedana mafê axaftinê û berpirsyariya qanûndanînê de ye. Ev yek bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin. Her wiha evahiya axaftina min jî di çarçoveya pêşniyarên çareseriyê yên HDP'ê, rêzikname, bername û belavokên hilbijartinê yên partiyê de ne. Hemû jî di çarçoveya azadiya fikir û îfadeyê de ye. Xweseriya demokratîk jî di nava vê de ye. Me projeya xweseriya demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya Tirkiyeyê destnîşan kir. Gelek caran min ev yek li meclîsê anî ziman. Dixwazim ku dadgeh van daxwazên min bibîne û nirxandina hiqûqî di vê çarçoveyê de bike. Tedawiya fîzîkî ku diviya bû min di nava 3 mehan de bidîta, ji ber ku li girtîgehê me, min nekarî bibînim. Ev yek xeteriyeke li ser tenduristiya min. Jİ ber vê yekê dixwazim, bêm berdan."

Heyeta dadgehê rûniştin ji bo meha Tîrmehê taloq kir.