Balûkên: Rakirina destlênedayinan pêvajoya tesfiyeya îradeya gel e

Wekîlê Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken teklîfa “rakirina destlênedanan” a wê sibehê li Komîsyona Destûra Bingehîn bê nîqaşkirin wek “destpêka pêvajoya tesfîyekirina îradeya gel” nirxand.

Wekîlê Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken teklîfa “rakirina destlênedanan” a wê sibehê li Komîsyona Destûra Bingehîn bê nîqaşkirin wek “destpêka pêvajoya tesfîyekirina îradeya gel” nirxand.

Wekîlê Hevserokê Koma Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Îdrîs Balûken têkîldarî teklîfa guhertina “rakirina destlênedanan” a wê sibehê li Komîsyona Destûra Bingehîn bê guftigokirin û nîqaşên “laîktiyê” nirxandin kirin. Di daxuyaniya xwe ya pêş deriyê Çapemeniyê yê Meclîsê de Balûken, destpêkê hewldana rakirina destlênedanan nirxand.

Balûken wiha axivî: “Bi talîmata Qesrê û sipartina hikûmeta AKP’ê ve, hewl didin pêvajoya tesfîyekirina îradeya gel bidin destpêkirin. Nîqaşên li Komîsyonê ne têkîldarî destlênedanan, divê yekser wek nîqaşên guhertina rejîma Tirkiyeyê bêne bidestgirtin.”

Balûkên anî ziman ku pêvajoya derbeyê xwe gihandiye Meclîsê, destnîşan kir ku wek HDP’e çawa li hember pêvajoya derbeyê li ber xwe dide, wê li Meclîsê jî li ber xwe bide.

Balûken ji ber van hewldanên AKP/Qesrê, mînaka Hîtler a tesfiyekirina 81 parlamenteran û piştre feshkirina Meclîsê bi bîr xist.

Balûken, der heqê gotinên Serokê Meclîsa Tirk Îsmaîl Kahraman jî got ev nîşaneya hewldana guhertina rejîmê ye. Balûken wiha dewam kir: “Em baş dizanin ku axaftina wî ne tesaduf bû ne jî bê zanebûn bû. Serokê Meclîsê ku tevahî pratîkên wî bi Erdogan re yek in, di mijara herî hessas a Tirkiyeyê de ji derveyî zanebûna Erdogan daxuyaniyan nade. Piştî nerazîbûnên raya giştî dît, qaz zîvirand û hewl da neşewite.”

Balûken hevdîtinên sibehê wê li Komîsyonê destpê bikin wek “pêvajoya tesfiyekirina îradeya gel” bi lêv kir, wiha got: “Tiştên dikeve ser milên me ew e ku bi gelê xwe re li hember van lêgerînên zextê parastina demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ev pêvajo tevahî destlêdana demokrasiyê ye. Daxuyaniyên AKP, Erdogan û Serokê Meclîsê yên duh kirine jî ji samîmiyetê dûr in.”

Balûken da xuyakirin ku bi rakirina destlênedanên parlamenterên HDP’ê ve hewl didin civaka Tirkiyeyê fêrî guhertina rejîmê bikin.