Balûken: Em li benda dewletê nemînin; tecrîd bi çalakiyên gel dikare bê rakirin

Endamê Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê Balûken destnîşan kir, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên gel dikare bê rakirin.

Endamê Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê Îdrîs Balûken destnîşan kir, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên gel dikare bê rakirin.

Balûken, tecrîda li ser Ocalan ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku ev tecrîd di heman demê de li ser tezên Ocalan ên ji bo gelan e.

Balûken bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî vê tecrîdê û diyar kir, ev bêdeng ji ber têkiliyên berjewendiyan û hesabên siyasî yên li ser herêmê ne.

'ME RANDEVÛ STAND'

Balûken got, "Em dibînin saziyên weke CPT û Rêxistina Efûyê, ji pîvanan bêhtir li gorî berjewendiyên dewletan dikevin nava helwesteke siyasî" û anî ziman, ew dixwazin bi van saziyan re hevdîtinê bikin. Balûken got, "Komîsyona me ya têkiliyên derve serlêdan kir. Ez bawerim wê di demeke nêz de ev hevdîtin were kirin. Me ji mûxatabên xwe re ragihand, ku heta dawiya vê hefteyê dixwazin hevdîtinê bikin."

'EM JI DAXUYANIYÊN KESÊN NIKARIN XWE BIPARÊZIN BAWER NAKIN'

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê ya li Parlamentê Îdrîs Balûken der barê daxuyaniyên rayedarên hikûmet û dewletê yên li ser rewşa Ocalan de got, ew ji van daxuyaniyan bawer nakin.

Balûken bibîr xist, ku di dema hewldana darbeyê de Serokkomar, Serokwezîr, Serokê Fermandariya Giştî û Wezîrên Hikûmetê nekarîne ewlekariya xwe bi têrkerî misoger bikin û destnîşan kir, ku ew ji daxuyaniyên hikûmetê bawer nakin.

'ME BI WEZÎRÊ EDALETÊ RE HEVDÎTIN KIR'

Balûken da zanîn, divê derhal destûr bê dayîn malbat, parêzer an jî heyeteke serbixwe bi Ocalan re hevdîtinê bikin û der barê hevdîtina dawî ya di vî warî de bi hikûmetê re kirî, ev agahî da: "Ji bo ev rewşa bi tirs û fikar ji holê rabe, me xwest malbat, parêzer an jî heyeteke serbixwe ji bo şert û mercên tenduristiya wî kontrol bikin biçin Îmraliyê. Herî dawî me roja Pêncşemê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir. Me ji wan pirsîn, bê çima ev dema biryardayînê dirêj dibe, fikarên li ser rewşa Birêz Ocalan dişopînin yan na û wê bersivekê bidin raya giştî yan na. Ji me re got, ew ê di nava du rojan de bi Serokkomar û Serokwezîr re baxive û piştre li me vegere. Lê belê ev çend roj in em nizanin bê bi hev şêwirîne yan na. Em nizanin bê bersiva wan çi ye. Heta vê saetê bersiveke erênî ji me re nehatiye dayîn." Balûken bal kişand ser nêzîkatî û helwesta mûxatabên wan ên li ser mijarê û diyar kir, ew helwesteke siyasî ya cidî nabînin.

HIŞYARIYA 'DIBE KU HIKÛMETÊ PLANA KAOSÊ KIRIBE'

Îdrîs Balûken hişyarî da, ku pêkane hikûmetê plan kiribe bi kûrkirina tecrîda li Îmraliyê re kaosê mezin bike û got, "Em li ser difikirin; gelo hikûmet li ser mercên birêz Ocalan û fikarên gelê me, plana kaosê dike yan na. Eger na kaos bûya, ev hevdîtin wê zûdeyî hatibûya kirin. Ji raya giştî re eşkere kirin ku darbekaran li ser Îmraliyê plana kaosê kirine. Lê belê eger helwesteke wan a ji vê cudatir hebûya, wê hevdîtin hatibûya kirin. Helwesteke ku niyeta xwe nebaş e, li holê heye."

'GEL WÊ TECRÎDÊ JI HOLÊ RAKE'

Balûken da xuyakirin, ku tecrîd bi çalakiyên gel dikare ji holê were rakirin û bibîr xist, ku di dema beriya niha de bi berxwedana ji girtîgehan heta kolanan re, tecrîd hatibû şidandin û 'pêvajoya çareseriyê' hatibû destpêkirin.

Balûken da zanîn, li pêşberî wan rewşeke bi heman rengî heye û destnîşan kir, ku li şûna hêvîkirina ji dewlet û hikûmetê, eger gel û hêzên demokratîk dest bi pêngaveke siyasî ya xurt bikin, wê karibin tecrîdê rakin.

Balûken herî dawî got, "Divê ji Enqereyê heta Amedê, ji Enqereyê heta Îmraliyê rêyên çareseriyê werin avakirin."