Baluken: Divê rêya Îmralî ji her kesî re vekirî be
Baluken: Divê rêya Îmralî ji her kesî re vekirî be
Baluken: Divê rêya Îmralî ji her kesî re vekirî be
Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku, divê di komîsyona mirovên aqilmend de kesên humanîst, sekn û helwesta wan a mirovane û ji aliyê her kesî ve tên qebûlkirin cih bigirin. Baluken xwest rêya Îmraliyê di serî de ji komîsyona mirovên Aqilmend û hemû kesî re vekirî be.
Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken di derbarê pêvajoya nû û Komîsyona Mirovên Aqilmend de li Meclisê civîna çapemeniyê pêk anî. Baluken diyar kir ku, divê di komîsyona mirovên aqilmend de kesên sekn û helwesta wan rast û ji aliyê her kesî ve tên pejirandin cih bigirin.
Baluken destnîşan kir ku, ji bo pêvajoya aştiyê pêş bikeve lazime hikûmet û meclis rol û misyona xwe bicih bînin û wiha got: "Divê meclis di vê pêvajoyê de bibe xwedî rol û mîsyon û çalak cih bigire. Divê komîsyona pêvajoyê bi rêve dibe bê avakirin. Divê kesên di vê pêvajoyê de cih digirin Divê rêya Îmraliyê ji komîsyona Mirovên aqilmend û hemû kesan re vekirî be. Divê di nava komîsyonê de rengê jine jî hebe Divê kesên helwest, sekn, û kesayetiya wan ji aliyê civakê ve hatibe pejirandin di komîsoynê de cih bigirin. Heta niha di derbarê heta 4'an a biçe Îmraliyê de tu geşedanên nû tune."