Baluken:Divê hikûmet demildest nexşerêya xwe aşkera bike
Baluken:Divê hikûmet demildest nexşerêya xwe aşkera bike
Baluken:Divê hikûmet demildest nexşerêya xwe aşkera bike
Wekîlê serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken, li meclisê daxuyaniyek çapemeniyêk anî û got dora avêtina pêngavê ya Enqreyê y. Baluken wiha got: “Çek bê deng bû niha dora siyasetê ye. Ya hikûmetê ye. Ev pêvajo teqez nayê taloq kirin. Hikûmet nekare vê pêvajoyê ‘nebûyînan’ pêşve bibe. Nêzîkatiyên çêkirina bendavan, perwerdehiya ziman tune, bendav danakevet xizmetê ji çareseriyê nake.hikûmet di mijara reformên demokratîk de helwesta xwe divê demildest zelal bike. Divê demildest bikev plana çalakiyên lezgîn.
Baluken got ji bo guherîn û veguhertina Tirkiyeyê tu hincet nîne û wiha got: “Heta niha neçareseriya pirsgirêka urd û hawira pevçûnê hebû. Em îro ne li nokteyê ne. Em di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka kurd bir iyên demokratîk bê çareserkirin.
Baluken anî ziman ku got çareseriya pirsgirêka kurd dê Tirkiyeyê demokratîk bike û her wiha daxwazên civakî, çandî, siyasî û aborî pêk bîne û rêveberiyeke ku zemîna demokrasî û azadiyan saxlem bike dê demokratîk bibe.
Baluken wiha pê de çû: “ Ev pêvajo gelek girînge. Pêşeroja vî welatî li ser vê pêvajoyê hatiye avkirin. Divê em hemû ji bo ev pêvajo di zemîneke baş de bê runiştin bixebitin.
Îro ji bo daxwazên demokratîk yên civakî bên cih ancax divê pêvajo bi awayekî serkeftî bimeşe. Ev pêvajo jî pêngav avêtinê li hikûmetê ferz dike. AKP dê ji guherîn û veguhertin nereve. Îro em di astenek girîng ya pêvajoyê de ne. Di pêngava duyemîn de divê bi lez û bez pêngav bên avêtin. Ev azmûneke demokrastiyê ya hikûmet û parlamentoyê ye.
Me wek BDP’ê pakêteke ku sererastkirinên qanûnî yên girîng dihundiran pêşkêş kir.
Di pakêtê de daxwazên wekê rakirina TMK, dema dirêj ya girtinê bê kurt kirin, humkên ku azadiya siyaset û rêxistinî asteng bike bê rakirin, xistina bendava hilbijartinê, newekheviya alîkariya xezineyê bê rakirin, zimanê propagandayê serbest bê berdan, rayeya polîs bê sînorkirin, mafê zarokan, mafê mirovan, mafên çandî bê dayîn, vekirina îbadetxaneyên malacemê û gelekên din cih digirin.”
Balukedan da zanîn ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ev pêngabvên gelek girîngin.
Baluken wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Serokwezîr duh bi aqilmendan re hat cem hev. Ew guhdarî kirin. Raporên herêman teslîm girtin. Divê ev tespît ji aliyê hikûmetê ve baldar bên girtin û li gorî vê nexşerêyek bê amadekirin. Êdî niha dem dema hikûmetê ye. Çek bê deng bûn niha dora hikûmetê ye. Ev pêvajo teqez nayê paşve xistin, taloqkirin. Divê hikûmet vê pêvajoyê piştguh neke. Dem ne dema gotina, dema çalakiyane. Divê hikûmet demildest nexşerêya xwe aşkera bike.