Baluken: AKPê Çewlikê veguherandiye bajarekî mirov nikare lê bijî

Baluken: AKPê Çewlikê veguherandiye bajarekî mirov nikare lê bijî

Cîgirê Serokê Koma BDPê û Parlementerê Çewlikê Îdrîs Baluken diyar kir ku hukûmeta AKPê li Çewlikê pirsgirêkên civakî zêde kiriye. Baluken da zanîn ku di warê kar, tenduristî, gihandin, çandinî de mexdur hatiye hiştin û ragihand ku şaredarî jî mûçeyê xebatkaran nade. Baluken destnîşan kir ku gel bi ajalvaniyê debara xwe dike, lê Wezareta Çandiniyê guh nade vê yekê.

Parlementerê BDPê yê Çewlikê Îdrîs Baluken diyar kir ku di dema hukûmeta AKPê de mexduriyeta gelê Çewlik û gundên derdora wê zêde bûne û got ku xizmetên gelemperiyê ne ji bo gel, belê li dijî gel dixebitin.

MEXDÛR DIKE, LÊ TAZMÎN NAKE!

Baluken ku got: “AKP dixwaze li Çewlikê pirsgirêkên ku hene êdî hînî gel bike û weke pêkanîneke rutîn, tevlî pirsgirêkên hene dibe”, destnîşan kir ku ji ber xemsariya dewletê ya li hemberî pirsgirêkên çandinî û ajalvaniyê pirsgirêk bê çareserî dimînin. Baluken wiha domand: “Hem li herêmê û bi taybet jî li Çewlikê di warê ajalvanî û çandiniyê de gelek pirsgirêk hene. Şert û mercên zivistana par pir dijwar bûn; berfek zêdetirê sê metreyan barîbû. Bi mehan gihandina di navbera Çewlik, navçe û gundên wê de qut bibû. Xemsariya dewletê ya li hemberî vekirina rêyan, bû sedem ku li gundan ajal telef bibin. Dermanên ajalên gundiyan ên ku ka û alifên wan qediyan negihiştin. Hilweşîna ji ber lehiyan di ahiran de pêk hat hate dîtin. Evane hemû ji aliyê dewletê ve hatin piştguhkirin. Wezareta Çandiniyê guh neda vê yekê. "

'LI ÇEWLIKÊ NEXWEŞ EMANETÊ XWEDÊ NE!'

Parlementer Baluken da zanîn ku li Çewlikê tengasiyên cidî yên çandiniyê hene. Baluken got ku hukûmeta AKPê li herêmê û li Çewlikê polîtîkayeke cûdakar a aboriyê li hemberî gundiyên Kurdan pêk tîne û wiha dewam kir: "Bi hin jimarên çandiniyê re derdikevin, lê evane jî diçin berîka alîgirên wan. Krediyên ku destekê didin gelê xizan, krediyên xwedî faîzeyeke kêm tune ne."

Baluken pirsgirêkên tenduristî û gihandinê yên Çewlik, navçe û gundên wê bi hev ve girêda û diyar kir ku mirov gelek caran li nexweşxaneyên perwerde yên dewletê yên li Amed, Xarpêt û Erziromê li rastî nexweş û xizmên wan ên ji Çewlikê tên. Ji bo welatiyên li navçeyên Gêxê, Azarpêrt, Xorxol û Çermê li rastî pirsgirêkên tenduristiyê tên “emanetê Xwedê têne kirin”. Baluken da zanîn ku li Çewlikê rêbazên dermankirinê yên pir kevin tên bikaranîn û got: “An jî bi dehan kîlometre bi awayeke nexweş dimeşin û hewl didin bigihînin nexweşxaneyên li navendê. "

ÎHALEYA NEXWEŞXANEYÊ DAN WEKÎLÊ APKÊ, LÊ...

Baluken destnîşan kir ku derdora 5 sal in çêkirina nexweşxaneya dweletê ya Çewlikê neqediyaye û diyar kir ku AKP di avakirina nexweşxaneyê de li pey feydeyê ketiye. Baluken wiha axivî: "Bi salan e nexweşxaneya dewletê tê çêkirin. Îhaleya nexweşxaneyê jî dane wekîlê AKPê yê Amedê. Ev kes jî di bernameyên televîzyonan de ji bo polîtîkayên partiya xwe bi awayeke nerm nîşanî girseyên Kurdan bide, hatiye peywirdarkirin. Her car taşeronan diguherîne, lê dîsa jî nakevin meriyetê. Ji aliyekê ve pere diçe berîka wan, fîrma diguherînin, lê nexweşxane naqede. Gelê Çewlikê bê nexweşane maye, ji ber vê jî di dema veguhestinê de ji bo nerehetiyeke ji rêzê jî neçar dimînin ku biçin bajarên derdorê. "

Baluken da zanîn ku xebatên çêkirina rêyên Çewlik û derdora wê her tim bi hinceta pevçûnan tên astengkirin û got: “Navbera Çewlik û Bongilanê 40 km ye, lê 6 sal in neqediyaye. Ev bi aşkereyî ji cudakariyê tê." Baluken da zanîn ku di çêkirina rêyan de gendelî (nelirêtî) heye û got: “Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz bi xwe ji Çewlikê ye. Ji bo meqamê xwe û musteşarê xwe bi trîlyonan pere dimezixîne. Ji bilî geşdana muteahîtan tu tiştek din nake. Ji vana 5 muetahît gendeliyê dikin, bi awayeke neheq qezenç dikin..."

'ŞAREDARÎ MÛÇE NADE, KARKERÊN BDPYÎ Û ELEWÎ TÊN QEWITANDIN!'

Baluken bi bîr xist ku li Çewlikê rêveberiya herêmî di destê AKPê de ye û got: “Çewlikê anîne rewşa bajarek bê rê, xizan û sergoyê. Rêyên navbajar, ji rêyên gundan jî xirabtir in. Her kesên ku li nava bajêr wesayitê bi kar tînin û dixwazin xwe bigihînin cihekê baş dizanin ku divê wê wesayitê bibin tamîrê. Çewlik di warê bajarên dikarin lê bijîn de ji paşî ve di rêza 5emînde ye."

Baluken şaredariya AKPyî weke “qirkirina karkeran” bi nav kir û diyar kir ku beriya hilbijartinê derdora 500 karkeran girtine û piştî gefa dengdana partiya wan van karkeran gitine kar, piştî hilbijartinê jî ji vana 300 karker ji kar derxistine. Baluken da zanîn ku ev 5 meh in mûçeyên xebatkarên şaredariyê nehatine dayîn û got: "Nikarin mûçeyê xwe yê 5 mehan werbigirin. Jixwe nikarin bi pereyek ewqas kêm debara xwe bikin. Me ji bo vê yekê bi rayedarên hukûmetê, bi Bulent Arinç re hevdîtin pêk anî. Piştî her hevdîtinên me ji bo kêmkirina zextên raya giştî, mûçeyek didin. Bi vî awayî dixwazin karkeran bê deng bikin.”

Her wiha, Baluken agahî da ku Şaredariya Çewlikê ya AKPyî karkerên BDPyî û Elewî jî ji kar derdixe.

Baluken da zanîn ku rêveberiya herêmî bersivê nade daxwazên gel û got: “Şaredariyên AKPyî, wekîlên wê, jî dibin parçyeke ji plana li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd, ji aliyê dewlet, dewleta kûr ve hatiye amadekirin."