Balûken: AKP li tecrîdê mukur hat; di hilbijartinê de bi ser bikeve wê şer bide destpêkirin

Endamê Heyeta Îmraliyê Balûken da xuyakirin ku Serokwezîr Davûtoglû li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan mukur hatiye û ji bo mijara "bêçekbûyînê" jî destnîşan kir ku ev biryar a KCK û Ocalan e.

Endamê Heyeta Îmraliyê Balûken da xuyakirin ku Serokwezîr Davûtoglû li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan mukur hatiye û ji bo mijara "bêçekbûyînê" jî destnîşan kir ku ev biryar a KCK û Ocalan e. Balûken diyar kir ku divê demek ji ya din zûtir hevdîtin bi Ocalan re were kirin û hişyarî da ku eger AKP di hilbijartinan de bi ser bikeve, wê dest bi şerekî berfireh bike.

Balûken anî ziman ku weke Heyeta Îmraliyê wan serlêdana fermî ji bo hevdîtinê kirine, lê belê bersiv ji wan re nehatiye dayîn û diyar kir ku wan di daxuyaniya xwe ya duh de bal kişandine ser vê tecrîdê. Balûken da xuyakirin ku axaftinên Davûtoglû yên duh li qenaleke televîzyonê, mukurhatina li tecrîda li ser Ocalan e û destnîşan kir ku tecrîd û nêzîkatiya AKP'ê ya li tecrîdê gelekî xetere ye û nayê qebûlkirin.

'ZORÊ DIDIN PKK'Ê JI BO ŞER BIKE, ZORÊ DIDIN HDP'Ê JI BO DORA MASEYÊ RABE'

Balûken bibîr xist ku rayedarên KCK'ê di hevdîtina bi wan re ragihandine ku eger li Îmraliyê hin mutebeqet pêk were ew dikarin di nava rojekê de têkoşîna çekdarî ji navberê derxînin û got, "Lê belê aliyê din, hem bi êrîşên li hemberî siyaseta demokratîk hem jî bi operasyonên leşkerî yên li herêmê re dixwazin pêvajoya çareseriyê sabote bikin. Zorê didin PKK'ê ji bo şer bike, zorê didin HDP'ê ji ji maseyê rabe. Lê bi sekna HDP û KCK'ê re raya giştî zextê li hikûmetê dike ku divê êdî gavan biavêje."

'BIRYARA ÇEKÊ YA KCK Û RÊBERTIYA WAN E'

Balûken anî ziman ku Davûtoglû hewl dide rojevê bikişîne aliyekî din û diyar kir ku Davûtoglû hewl dide nîşan bide ku tuyê bêjî qey mijara bêçekbûyînê di destê HDP'ê de ye  û got, "Me ji destpêkê ve gotin, cihê biryara bêçekbûyînê bide HDP nîne... Yekane erkdarên li ser mijara çekan KCK û Rêbertiya wê ye." Balûken da zanîn ku ji bo astengkirina çûyîna Îmraliyê derxistina hincetan, samîmiyeta Serokwezîr û Serokkomar radixe pêş çavan û got, "Ev yek nêzîkatiyeke xetere ye."

Balûken da xuyakirin ku tecrî ji aliyê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin û got, "AKP'ê niha nava pêvajoyê vala kiriye. Ev yek rewşa heyî ya bêçalakîtiyê dixe zehmetiyê."

'AKP DI HILBIJARTINAN DE BI SER BIKEVE WÊ ŞEREKÎ BERFIREH BIDE DESTPÊKIRIN'

Balûken banga hestyariyê li gel kir û diyar kir ku êrîşên di vê demê de li hemberî wan tên kirin û operasyonên leşkerî yên tên meşandin, gavên destpêkê yên şerekî stratejîk ê piştî hilbijartinê ye. Balûken ev hişyarî da: "Pêwîste ev helwesta AKP'ê weke biryareke ji bo hilbijartinê ne yê nirxandin, divê weke gava destpêkê ya biryareke stratejîk a ketiye dewrê bê nirxandin. Di vê mijarê de pêwîste di 7'ê Hezîranê de sekneke zelal were nîşandan. Bi encama di 7'ê Hezîranê de derkeve holê re hikûmeta AKP'ê wê biceribîne ku ev konsepta wan a şer ji aliyê gelê me ve tê erêkirin yan na. Eger AKP bi awayekî serketî ji hilbijartinan derkeve, wê bêje 'vî gelî destek da min' û dest bi şerekî berfireh bike. Lê belê eger HDP destekeke xurt werbigire, wê demê wê AKP neçar bimîne kumê xwe deyne ber xwe û bifikire. Wê hêza vîna li hemberî xwe bibîne û neçar bimîne ku hemû biryarên der heqê şer de, di ber çavan re derbas bike."