Balafiran Şêxmeqsûdê bombebaran kir: 5 mirî, bi dehan birîndar
Balafiran Şêxmeqsûdê bombebaran kir: 5 mirî, bi dehan birîndar
Balafiran Şêxmeqsûdê bombebaran kir: 5 mirî, bi dehan birîndar
Êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in berdewam dike. Hat diyarkirin ku di encama êrîşa hewayî de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku hêzên rejîma Baasê ku ev 8 roj e li dijî taxa Şêxmeqsud êrîşan pêk tînin, îro jî Taxa Şêxmeqsud Rojava bombebaran kiriye. Li gorî agahiyên destpêkê di encama topbaranê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Artêşa rejîma Beşar Esad ji 29’ê adarê ve taxa Kurdan bombebarn dike. Heta niha derdora 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di encama çalakiyên bersivdanê yên YPG’ê de derdora 40 leşkreên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin.