Bakoyannîs: Kobanê dilê berxwedanê ye, divê em dengê wan bibihîzin
Bakoyannîs: Kobanê dilê berxwedanê ye, divê em dengê wan bibihîzin
Bakoyannîs: Kobanê dilê berxwedanê ye, divê em dengê wan bibihîzin
Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) bi rojeva êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê civiya.
MPKE’ê bi rojeva êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê saet di 09.30’an de civiya. Nîqaş wê heta saetên nîvro bidomin.
Di vê navberê de beriya civîna MPKE’ê Komîsyona Siyasî hatin cem hev û der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de civînek pêk anîn. Serokê Komîsyonê Theodora Bakoyannis destpêkê mafê axaftinê da delegasyonên Kurd Nursel Kiliç û Melîke Yaşar.
Ji delegasyona Kurd Nursel Kiliç axaftinek kir û geşedanên dawî yên Kobanê ragihand. Kiliç diyar kir ku Kobanê xistine dorpêçê û çeteyên DAIŞ’ê bi tankan êrîşî navenda bajar dikin û got: “Niha gelê Kurd bi komkujiyê re rû bi rû ye. Divê civaka navneteweyî demildest mudaxale bikin. Divê sivîl bên parastin û ji komkujiyê bên rizgarkirin.
Di vê navberê de Serokê MPKE’ê Theodora Bakoyannîs axivî û diyar kir ku Kobanê dilê berxwedanê ye, divê em dengê Kobanê bibîhizin û divê raya giştî ya navneteweyî bikeve nava tevgerê. Bakoyannîs got ku divê xwedî li wî gelê ku bi komkujiyê re rû bi rû ye derkevin.
Piştî nîqaşên hatin meşandin xaleke bi ser navê ‘Ji bo ku li bajarê Kurdan Kobanê gel bi komkujiyê re rû bi rû nemînin em banga mudaxaleyê dikin’ hate zêdekirin.